26 mars 2024

Dema belediye di destê qeyûm da be ev sosiret çêdibe

Belediya Amedê bazara malên xwemalî, herêmî danîye. Lê ne ya bjarên Kurdistanê, ya bajarên Tirkiyê. Bajarên tirkan anîne Amedê.

Dostê minê hêja Huseyn Zana di platforma X´ê da gotiye:
”Li Diyarbekir (Sanat Sokak)ê, bazara mamûlên herêmî danîne, lêbelê esnafên Diyarbekir û Mêrdîn-Wan yek jî tuneye. Bajarên beşdar bûne: Trabzon, Afyon, Îzmit, Ordu, Kayseri, Eskişehir, Hatay. Muzîka wan jî "erik dali" ye.”

Sosiret e, çavsorî ye, irqçîtî ye, zulmeke mezin e. Dagirkerî û xurtiya xwe nîşanî me didin. Dibêjim kanin wiha pê li serê we kin. Pilana dewletê ye. Bi emrê hukûmetê ew bajar hilbijartine.

Heger bi diyarbekrîyan da biçek aqil, xurûr, hestên kurdayetiyê hebe naçin wê derê, ji wan tiştekî nakirin.
Dibê meriv nîşanî wan bide em wan naxwazin, li dijî hatina wan in.
Heger belediya ne di destê qeyûmê dewlewtê da, di destê HDP´ê- BDP´ê da bûya wiha nedibû, ewê eksê wê bibûya. Gava belediyên me têkevin destê partiyên tirkan netîce ev e.

XXX

Dibêjin Bitcoin dîsa firiya ye, yek BTC 70 hezar dolarê Amerîkî derbas kiriye.

Di sala 2009´a da gava BTC nuh derket, yek ne bi dolarekî bû. Piştî 14 salan bûye 70 hezar dolar.

Deh sal berê min 100 BTC kirîbûya nuha ez milyarder bûm, minê berî mirina xwe nivîsên xwe hemû bida çapkirin.

Axxx, axxx, ka ew aqil ?

Heta ez baqil bûm, Bîtcoin ji nîv dolarî, dolarekî çû 70 hezar dolarî...

XXX

Kurdan bi rayên xwe gelek tirk kirin parlamenter, ew anîn rêz û fêzan, bi hêviya rojekê ewê ji me ra bibin, di rojeke me ya teng da ewê ji me ra bibin pişt. Pirên wan bûn wek asasê ser berfê, pûç û bêwefa derketin.

Ker ket heriyê ji xwedî pê ve kesî ranehîşt teriyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE