27 mars 2024

Li Kurdistana Başûr rewş pir xerab xuya dike

Li Kurdistana Başûr di nabêna kurdan û Bexdayê da tiştên pir metirsîdar diqewimin. Wer xuya dike hebûna Kurdistana Federe ketiye talûkê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotiye:
”Ez ji we venaşêrim gelek plan hene statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibin an jî lawaz bikin.”

Ev gotinên Mesrûr Barzanî  îşaretî talûkeyeke mezin dike, dibêje hebûna statuya Kurdistana Federe di talûkê da ye.

Helbet tiliya Tirkiyê, Îranê û erebên neyarên kurdan di vê pilanê da heye. Gişk dixwazin statuya heye ji kurdan bigrin, îdreya Kurdistanê têxin destê Îraqê. Ev daxwaz û pilana dijmin heye.

Lê li alî din mesûlên vê rewşê serokên kurd bi xwe ne. Wan Kurdistan anîn vê rewşê.

32 sal in li Kurdistana Başûr bûbûn dewlet, lê bi destên xwe ev dewlet ji hev da xistin, nuha dijmin dixwaze statuya heyî ji navê rake.

Musebîbê vê yekê serokên kurdan bi xwe ne; wan bi bêtifaqiya xwe, bi şerê nabêna PDK´ê, YNK´ê, partiyên din û bi hevkariya bi Tirkiyê û Îranê ra Kurdistan anîn ber têkçûnê.

Ji bo tifaqeke netewî çênekirin, hêzên xwe, hukûmetên xwe, pêşmergeyên xwe nekirin yek, ji avakirina dewletekê bêtir giranî dan tijekirina bêrîkên xwe, Kurdistan hat vê rewşê.
Lema jî ew sûcdarê vê rewşê ne.

Ev çend sal in ji bo ku PDK û YNK pêşmergeyên xwe bikin artêşeke netewî ketiye nabêna wan, lê nekirin. Lema Amerîka jî êdî westiya. Hêvî dikim ji bin da dev ji piştgiriya kurdan bernedabe. Lê rewş pir kirîtîk e.

Mesrûr Barzanî do got, Encûmana Wezîran ewê îro bicive û biryareka di berjewendiya tevahiya gelê Kurdistanê da bide. Biryar çi ye, ewê çi biryarê bigrin, îro ewê diyar bibe.

Wezîrê karên derve yê Îraqê Fuad Husên do li Amerîkayê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blînken ra civîya, alîkarî jê xwest. 

Şêla Amerîkayê ewê çi be baş ne diyar e. Hêvî dikim Amerîka nehêle Îraq meclîsa Kurdistanê belav bike.

Me ji bêtifaqiyê, ji dijminatî û berberiya li hemberî hev tim zirar dîtiye. Bêtifaqiya me tim bûye sebebê esasî yê têkçûna me û serketina dijmin.

Lê ya xerab me tu carî ji tarîxa xwe ders û ibret negirtiye. Li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê hêzên kurdperwer hîn jî ne li hev in, bi hin sebebên pelapûçî hêzên xwe li hemberî dijmin nakin yek.

Wer xuya dike miriyên me jî di mezelên xwe da ewê kuçan bqavêjin ji hev da.

3 kommentarer:

  1. Siğorta Kurda heye. Gerila heye.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Xwezî hêza gerîla û pêşmerge têra parastina welêt bikira. Me li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Kerkûkê dît gerîla, pêşmerge nikane zora artêşa dewletê bibe. Pênce, sed sal berê belkî mimkûn bû, lê nuha qet ne mimkûn e. Dijmin di her warî d aji me pir xurttir e. Dibê em realîst bin. Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê şer nabe.
      Bi şer em nikanin bi dewletên dagirker. Ev dused sal in em vê riyê diceribînin, em tim têk çûne, dijmin zora me biriye. Di netîceyê da me malik li miletê xwe şewitandiye. Ji ber van şer û serîhildanan Kurdistan wêran kirin, bi sedhezaran kurd kuştin û bi milyonan jî derbeder kirin, bi çol û çepelan xistin.

      Radera
  2. Lê şîroveya te baş e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE