27 mars 2024

Însan çawa kanin hewqasî bêxîret bibin?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro çûye Amedê û Batmanê.

Li herdu bajaran jî çi gotiye, çi neqarat kiriye ne muhîm e. Em wî, fikrên wî, îdeolojî û siyaseta baş nas dikin.

Tiştê meriv ji kezebê diêşîne, xembar dike hîn jî bi hezaran kurdên diçin li wî guhdarî dikin, ji dagirkerê welatê xwe ra li çepikan dixin hene.Ji şerma xwîdan bi enîya meriv dikeve, meriv dixwaze têkeve binê erdê.

Serokê Îsraîl here Xezayê, Şerîa Rojava filistînîyek jî ewê neçe lê gudarî neke, jê ra li çepikan nexîne. Ewê protesto bikin...

Lê gelek kurd bûne heyran û evîndarên dijminê xwe, dagirkerê welatê xwe.

Dagirkerî, leşker û pûlisên tirk êdî gelek kesan aciz nake. Lema gelek kurd wek bavê xwe, wek qehremanekî miletê xwe ji Erdogan hez dikin, lema jî li Amd û Batmanê bi hezaran çûne lê gudarî kirine.

Însan çawa kane hewqasî bêxîret, piştpahn, bêheya bibe ez fêm nakim.

Tiştê hatiye serê me kurdan bi gotin nayê, sosiret e, trajedî ye, facîayeke mezin e; Xwedê neyne serê tu miletekî bindest.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE