28 mars 2024

Vejîna zimanê xwe

Ey kurdên bi xîret, dê û bavên hêja, bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin.

Keç û xortên kurdperwer, bi hev ra kurdî bipeyivin, di medyaya sosyal da bi kurdî binivîsin, kurdîya xwe bi pêş xînin.

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan
Nebûye milet hîç kesek bêziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî

///Cigerxwîn

XXX
Ji bo ku meriv ji şîret û temiyên miletperwerê mezin Ehmedê Xanî fêm bike zanîna kurmancî tenê têrê nake. Dibê aqil û feraseteke kurdperwerî, nasyonalîstì jî bi meriv ra hebe.

Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêk ra bikira me înqiyadek

Rûm û ereb û ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me îlm û hîkmet

///Ehmedê Xanî

XXX

Xizanî, feqîrî ne madî tenê ye, bêdostî, bêhevaltî jî feqîrî ye. Însan û miletê bêdost û bêheval bêpişt e, di rojên teng da bi tenê ye. Destê bi tenê deng jê nayê.

Heger ne alîkarî û piştgiriya Amerîka û Fransayê bûya dijminên me ji zûda wek gurên har êrîşî ser me kiribûn û em xwaribûn, tevayiya Kurdistana Başûr û Rojava kiribûn Efrîn.

Nuha hewcedariya me ji her demê bêtir bi dostan, bi piştgiriya wan heye. Dibê em dostên xwe ji xwe nexeyidînin, guh bidin pêşniyarên wan, xwe bêpişt nehêlin.

XXX

Ji bo ku serokê Tirkiyê Erdogan do li Amedê destûr nedaye hin rojnamevanên me mitînga wî taqîp bikin, camêran pir li ber vê neheqiyê ketine. Ji dêlî kêfxweş bibin dengê Erdogan neketiye guhên wan, ji xwe ra kirine derd. Di Platforma X´ê da ji Erdogan gazin kirine.
Pir heyf bûye, neheqiyeke mezin li rojnamevanên me kirine.

Wek rojnamevanekî miletperwer meriv çawa bixwaze li Amedê li wan fort, tinaz û heqaretên Erdogan gudarî bike ez fêm nakim. Medya wan ji xwe belav dike. Heta hûn dixwazin lê gudarî bikin.

Ji bo min ezab û îşkenceya herî mezin li Amedê guhdarîkirina li heqaretên Erdogan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE