29 mars 2024

Yê bi rastî kurdperwer be nabe hevalê dijmin

Namzedên AKP´ê û Huda-Par´ê yên belediyan çi propagandayê, çi demagojiyê bikin jî, çi sosê bidin jî dibê meriv rayên xwe nede wan.

Kesê bi dil û can kurdpewer be nabe namzedên wan partiyan.

Nabe meriv him hevalê dewletê be, him jî demagojiya kurdayetiyê bike.

Bi ya min kurdên piştgiriya namzedên van partiyan û CHP´ê dikin şaş dikin.

 XXX

Kurdên dîyaspora Qirxizistanê, Ermenistanê, Qazaxistanê û Gurcistanê ji bo miletê xwe, kultur û zimanê xwe xebatên pir hêja dikin. Hedefên pir muhîm dane ber xwe.

Ez wan bi dil û can pîroz dikim.

XXX

Ji bo ku serokê Tirkiyê Erdogan do li Amedê destûr nedaye hin rojnamevanên me mitînga wî taqîp bikin, camêran pir li ber vê neheqiyê ketine. Ji dêlî kêfxweş bibin dengê Erdogan neketiye guhên wan, ji xwe ra kirine derd. Di Platforma X´ê da ji Erdogan gazin kirine.

Pir heyf bûye, neheqiyeke mezin li rojnamevanên me kirine.

Wek rojnamevanekî miletperwer meriv çawa bixwaze li Amedê li wan fort, tinaz û heqaretên Erdogan gudarî bike ez fêm nakim. Medya wan ji xwe belav dike. Heta hûn dixwazin lê gudarî bikin.

Ji bo min ezab û îşkenceya herî mezin li Amedê guhdarîkirina li heqaretên Erdogan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE