29 mars 2024

Hoste kevnara laptoma min nuh û top kir

Kevnara kompîtora min(laptopa)min kût bûbû, dikuliya. Min îro bir ba hevalekî tuxtorê kompîtorê, Husametîn Sandalcî. Min got hela miayene bike, gelo nexweşiya vê bêxwediyê çi ye?

Jixwe her cara dikevim tengasiyê, her cara laptoma min nexweş dikeve, gaziya xwe dibim Husametîn, ew tê ji min ra serrast û tahmîr dike.
Vê carê jî min wer kir.

Xwedê kesî bêdost û heval nehêle. Xwedê kir çend dostên min ên wiha hene.

Min got Husametîn hela vê bêxwediyê miayene bike, hela derdê wê, nexweşiya wê çi ye?

Camêr çend seetan pê da ket, çend derên wê miayene kir. Got ez bawer nakim nexweşiyeke wê ya muhîm hebe. 

Dibe ku gelş ji Windos 8 be. Windos 8 update kir, Windos 10 lê bi cî kir. Dûra hişê wê hat serî, xebitî, tu problem dernexist.

Nuha li mal pê dinivîsînim, bûye wek yeka nuh, wek seetê dixebite.
Yanî Husametîn camêr xirxota 11 salî ji min ra nuh û top kir, halîhazir wek yeka nuh dixebite.

Xêra Xwedê ye, ez ji kirîna laptopeken uh xelas bûm. Yeka nuh nuha pêşek pere ye. Fena ez bibim xwediyê laptopeke nuh.

Lê Camêr soz daye min, got heger dîsa baş nexebitî, xeberê bide min, wê demê ezê çareyeke din jê ra bibînim.

Gelek sipas ji bo alîkariya Husametîn xoce. Camêr xwe gelkî westand. Mala wî ava be.
Bi vê minasebetê dibê ez sipasî mazûbanê me, Ehmedê Qoserî û dostê xwe yê hêja Seyidxan Mercan jî bikim. Me têr sohbet kir. Him laptopa min çêbû him jî sohebeta me xweş bû.

XXX

Adara me ge germ dibe, ge sar dibe. Ge kincên biharê li me dike, ge yên zivistanê.

Do hewa xweş bû, li dora 9-10 derca germ bû. Îro belovacî wê ye, ewr e, germîyan daketiye 6 dercê.

Adar e, dewî li dar e, şivanî xwemal e, kebanî bi kar û bar e.

Meha adarê, xeberfêrîka biharê ye. Du rojên xatir ji me dixwaze, nîsana dest pê dike. Nîsan jî xweş meh e, nîsan e, bûka salan e. Ez hêvî dikim bûka salan me xeyalşikestî neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE