30 mars 2024

Serê her tiştî xebat û xîret e

Bi xebat û xeyreta şexsî meriv dibe xwedî kar û bar, ji mala dê û bavê bar dike, bi firê dikeve, dibe xwedî mal, dibe xwedî zarok û debara xwe dike.

Miletê bindest jî bi xebat û xîreta kolektîf, ya bi hev ra ji bindestiyê xelas dibe, dibe xwedî dewlet. Serê her tiştî xebat e, xîret e, daxwaz e, cahd e, hewildan e.

Tu milet bi rehetî azad nebûye, nebûye xwedî dewleteke serbixwe.

Tu dewleta dagirker bi rehetî ji erdê tu miletî derneketiye, negotiye kerem kin, dewleta xwe ava bikin.

Her miletî li gorî şertên xwe micadela daye, fedelarî kiriye, dûra gihîştiye azadiya xwe.

Yê me kurdan diminên me pir in, xurt in, lema jî azadî û serxwebûna me hinekî zor û zahmet e. 

Lê ne tiştekî ne mimkûn e. 

Heger em wek milet destên xwe bidin hev, tifaqa xwe çêkin, emê jî welatê xwe rizgar bikin, bigihîjin azadiya xwe. 

Ji bo vê jî xîret û xebateka kolektîf lazim e.

XXX

Di jiyanê da meriv zengîn be, ne motajî kesî be, tiştek be baş e, xweş e. Bi hebûnê meriv kane qenciyê, çêyiyê, comerdiyê bike. Meriv kane fêdakî bigihîne miletê xwe, hevalê xwe.

Lê dibê meriv ji bo pera, ji bo kursî meqam nebe heval û dostê dijmin û dagirkerê welatê xwe.

Li dinyayê bêxîretiya herî mezin hevalbendiya bi dijmin ra ye. Welatperwerî, xizmeta ji bo kurd û Kurdistanê şeref û dewlemendiya herî mezin e.

XXX

Meriv hesretiya wan rojên, wan demên berê ye. Ew demên di rêwîtiyê da ji dêlî telefonê, kitêb, rojname û kovarek di destê însan da bû.

Ew demên em ne li ser perên krîpto, li ser şoreşê, li ser taktîk û stratejiyên xebata siyasî, li ser azadiya kurd û Kurdistanê dipeyivîn.

Nuha ew roj bûn xewn, dema em tên ba hev pirsa pêşî, mijara me ya sereke êdî sihet e.

Êdî em ketine derdê siheta xwe, dûrbûna ji nexweşiyan me gelkî bextewar dike. Em dibêjin şikir hîn em li ser xwe ne.

Bi navê Xwedê hema çi ba jî xortanî xweş bû, extiyarî(kalî, pîrî)derd û kul e, ne xweş e. Lê em mecbûr in hevdu qebûl û îdare bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE