31 mars 2024

Me do êvarî Newroza îsal ya dawî pîroz kir


Hevalên PWK´ê(Partiya Welatparêzên Kurdistanê)do êvarî li Stockholmê Newroz pîroz kirin.

Ez û xanima xwe jî çûnê. Di rê da hinekî serî li me gerîya, lema em 40 deqeyî dereng man.
Salon tije bû, me bi zor ji xwe ra ciyek bi dest xist. Ciyê me pir nêzî sehneya muzîkê bû, lema em ji guha bûn.

Di şevê da min gelek dost û heval dîtin. Min hemşeriyê xwe Sirac Kiricî, Mihemed Dîlan, Seyda Alpşen, Behzat xoce, Mehmet Tanriverdî, Pale Nûjen û gelek dost û hevalên ji welatên din hatibûn dîtin.

Bi dîtina Mihemed Dîlan pir kêfxweş bûm. Ev 30-35 sal in me hevdu nedîtibû. Wî ez nas kirim. Piştî nêzî min bû, min jî ew nas kir. Pir guherî ye. Helbet ez jî guherî me, lê haya min ji min tune ye. 
Bi dîtina havalan ez pir kêfxweş bûm. 
Lê ji ber bilindiya dengê muzîkê me nikanîbû xweşikî sohbet bikira. 

Kongra wan a Ewrûpayê heye, gelek kes ji welatên din hatine. Bi vê minasebetê min gelek hevalên xwe yên serê salan e nedîtine dîtin.
Şahiyeke xweş bû, bufeya wan mikemel bû.
Ji hevalan ra serketinê dixwazim.
Min xwe risim negirt. Çend kesan rismên me girtin lê hîn neşandine. Lema jî tu rismekî belav bikim tune ye.

XXX

Li Swêd îro seeta havînê dest pêkir. Ez bi tesadufî fêr bûm. Ji mecbûrî min jî seetek pêşda bir.

Ez nizanim çima wiha dikin, çima seetekê pêşda û paşda dibin?

Min fêm nekir di vê lîstikê da çi kara me heye?

Heyran, hûn çi bi seetê dilîzin, bihêlin bira seet tim wek xwe bimîne.

XXX

Îro li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê hilbijartinên mehelî hene. Xelk diçe ser sandoqan, hilbijartinê dest pê kiriye.

Ez du tiştan dixwazim. Yek, rayên partiyên tirkan li Kurdistanê kêm bibe, yên kurdan zêde bibe.

Ya din jî hilbijartin bi silametî derbas bibe, kurd bi hev nekevin, li tu derê şer û kuştin çênebe.

XXX

Di xortaniyê da em pir fedekar, pir îdîalîst bûn. Xeyalên me yên pir xweş hebûn.

Em amadebûn her tiştê xwe ji bo şoreşê, ji bo azadiya Kurdistanê û miletê xwe feda bikin.

Dûra, sal derbas bûn, ji me gelekan dev ji wan îdîalên xwe berdan û li malên xwe rûniştin, hinekan jî bi wan îdîalên xwe yên pir û pak ra xiyanet kirin.

Berê tarîxê her tişt xweşikî qeyd û arşîv nedikir, lema piştî çend nifşan kî çi bû, kê çi ji bo miletê xwe çi kiribû, kî hevalê dijmin bû dihat jibîrkirin.

Lê nuha ne wiha ye, di vê serdema teknolojiyê û dîjîtal da tu tişt wenda nabe, tarîx her tiştî arşîv dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE