31 mars 2024

Ax ji derdê vê bêhişiyê !

Tiştê îxtîyariyê yê herî ne xweş zeîfbûna hafizeyayê ye, meriv bîrokî, bêhiş dibe, gelek tiştan, serpêhatiyan ji bîr dike.

Di zaroktî û xortaniya xwe da hafiza min wek teybê bû, çîrokeka seetekê, du seetan dirêj li ba min bahata gotin, min ji ber dikir, roja din min kanîbû eynî çîrok bêkêmasî bigota. Her tişt hema, hema bêkamsî di hişê min da, di bîra min da dima. 

Lema dema ez hatim Swêd min gelek çîrok, pêkenîn, gotinên pêşiyan zanîbûn. Min di kovarên Hêvî û Hêlînê û di rojanameya Armancê da ji wan gelek nivîsîn.

Lê nuha hinekî bêhiş bûme, pir kêm çîrok û pêkenîn di bîra min da mane, min gişk ji bîr kirine. 

Dema ez navê wan dibînin, tên bîra min, lê wekî hemû ji hafiza min sîl bûne, nayên bîra min.

Tiştê min dixwend, tarîx, nav, gotin min kanîbû wek hafizquranekî di bîra xwe da bigirta.

Nuha tam eksê wê ye, tiştên berê min zanîbûn, tarîx, nav, gotinên min ji ber kiribûn ji sedî pênc ya tê bîra min, ya nayê bîra min. 

Wek hinekan bi jêbirê jêbiribe. Xwezî wiha nebûya, xwezî hafize, bîr jî bi bedenê ra zeîf nebûya.

Belkî jî zeîfbûna hafizayê, jibîrkirin baş e, meriv gelek tiştên ne xweş, gelek serpêhatî û bîranînên tirş û tahl, biêş ji bîr dike. 

Meriv wan bîranînan hetanî dawiya umrê xwe wek pazbendekê, wek niviştekê bi xwe r anegerîne, wek gustîlekê di tiliya xwe da nehêle baş e. 

Çimkî zindîmayina bîranînan carnan kane bibe wek êşeke daimî.

Meriv kanîbûya bîranînên xwe gişk bêjing bikira, yên xerab bi binî ketana, yên baş û xweş jî bi serketana xweş bû. Lê wer nabe. Gelek caran eksê wê dibe.

Welhasil derdê jiyanê pir in, meriv nizane qala kîjanî bike, qala kîjanî neke..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE