01 april 2024

Kumika dîkê qoqo di xwînê da ma

Hilbijartinên 31´ê adarê qediyan, vê carê milet sîleyek ”baş” avêt ji Erdogan û partiya wî da. Sîle zêde ne bi tîn û giran e, ew li erdê nekir term, lê ne xerab e jî, bi kêmasî ew gêj kir, pozê wî firikand.

Erdogan jî têkçûna xwe qebûl kiriye, gotiye tiştê wan hêvî dikir bi dest nexistine.

Heger AKP vê carê jî bibûya partiya yekê, Erdogan ewê hinekî din har bibûya, ewê bi ezmanan ra şer bikira. 

Lê baş bû milet kumika wî xwîn kir, wek kewê gozel ewê zêde neke qebeqeb.

Bi hîle, sextekarî û zorbatiyê li gelek bajaran rayên xwe û yên MHP´ê zêde kirin û çend belediye girtin.

Bi taybetî jî li hin bajarên Kurdistanê ev zorbatî, sextekarî eşkere kirin, hin bajar bi rayên sexte, bi zor ji DEM´ê girtin.

Lê dîsa jî têrê nekir, rayên AKPê daket bin yên CHP´ê.

Biserneketina AKP´ê careke din baş e. Gelo DEM´ê rayên xwe li gorî hilbijartina berê kêm kir, ya zêde kir ez nizanim. 

Lê biserketina DEM´ê li Amedê, Mêrdînê, Batmanê, Wanê, Dêrsimê, Mûşê, Agiriyê, Sêrtê, Hekariyê baş bû, pê kêfxweş bûm. 

Li Qersê, Rihayê, Erzeromê, Çewlikê û Betlîsê biserneketin ne baş e. 

Ez bawer dikim li van bajaran gelek sextekarî kirin.

XXX

Netîceyên resmî yên hilbijartinên Tirkiyê û Kurdistanê hîn bi tevayî diyar nebûye. Lê li gorî netîceyên hetanî vê seetê(22-45) eşkere bûne rayên AKP´ê pir kêm bûye, CHP gelkî li pêş e.

Li Kurdistanê jî partiya DEM´ê netîceyeke pir baş bi dest xistiye. Û li Wêranşara min jî namzedê DEM´ê Serhat Dîcle Înan 18. hezar û 300 ray li pêş yê AKP´ê ye.

Ji sedî 10´ê sandoqan meye. Meriv kane bibêje hemşeriyê min qezenc kiriye. Pir baş bû, kêfa min hat. Pîroz be.

Heger AKPê qezenc bikira ezê ji hemşeriyên xwe bixeyidiya ma. Lê Wêranşar li hemberî dijmin kelake saxlem e, dijmin li Wêranşarê tu carî xurt nebûye.

Hindik be jî keda min jî di avakirina vê kela kurdperwer, antî-kolonyalîst da heye.

Wêranşar ciyekî stratejîk e, gelkî giraniyê didin Serêkaniyê, qezayên ser sînor û nêzî sînor. Serêkaniyê jî DEM´ê girtiye. Cara berê bi zor ji kurdan girtin.

XXX

Li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin hukûmet dixwaze bi zorbatî, bi rayên sexte yên leşkeran li gelek bajaran belediyan ji partiya DEM´ê bistîne.

Li Şirnexê, Sêrtê, Amedê û li gelek bajarên din leşkeran eşkere bi otobozan dibin ser sandoqan.

Jixwe tu hilbijartin şefaf, bêhîle, bêsextekarî nebûye. Di vê hilbijartinê da bi rayên derewîn ra zorbatiyê jî bi kar tînin. Dibêjin hûn qezenc bikin jî em nadin.

Bîsteke din emê netîceyan fêr bibin, hela li kîjan bajarî, çi sextekarî û zorbatî kirine?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE