01 april 2024

Serketina hemşeriyên min pîroz be !

Li bajarê min Wêranşara xopan, namzedên DEM´ê Abûqat Serhat Dîcle Înan û Bedrîye Yorgun bi ferqeke pir mezin(23 hezar ray)hilbijartina belediyê qeznc kirin.
Serketina wan û miletê Wêranşarê pîroz dikim.

Serhat Dîcle Înan, lawê hevalê me yê şehîd Fexrî Înan e.

Fexrî Înan û hevalekî me yê din, Abûqat Kazim Ekîncî, di 7´ê nîsana 1994´a da li Wêranşarê ji alî qatilên dewletê va bi namerdî hatin kuştin.

Herdu şehîdên doza kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.

Bedrîye xanimê nas nakim. Dibêjin ji Curnê Reş e(ji Hîlwanê) ye. Li Wêranşarê dimîne, ya jî tayin kirine wiya nizanim.

Lê çi be jî li Wêranşarê têkçûna AKP´ê û qezenckirina DEM´ê baş bû, kêfxweş bûm.


Di hilbijartina berê da bi ferqeq hindik, bi zor ji namzedê HDP´ê girtin.

Vê carê hemşeriyên min ew şans nedan dewletê, ferq mezin kirin.

Namzedê AKP´ê Salîh Ekîncî 21.898 ray, ji %25,43, namzedê DEM´ê Serhat Dîcle Înan û Bedrîye Yorgun 44. 512 ray, ji %51,69 girtine.

Ez analîza hilbijartina nakim, bira partî wî karîbikin. Min di nivîsa xwe ya berê da jî got, têkçûna AKP´ê baş bû. Lê baş têk neçûye, xwezî hinekî din jî kêm kiriba û li Kurdistanê ew çend bajarên mezin jî negirtiba.

Li Rihayê têkçûna AKP´ê baş e, biserketina Partiya Refahê xêra Mehmet Kasim Gulpinar e, rayên wî ne.  

XXX

Meriv waniyan çiqasî pîroz bike hindik e. Waniyan di hilbijartinên 31´ê adarê da tiştekî pir taybet kirine.
Partiya DEM´ê belediyên Wanê hemû, 14 belediya girtine. Waniyan beledîyeyek jî nedane hevalbendên dijmin.
Wele camêran pîrozkirin heq kirine. Xwezî kurdan li her bajarê Kurdistanê wiha kiribûna.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE