02 april 2024

Dewleta tirkan dibêje ez îradeya kurdan qebûl nakim

Dewleta dagirker serokatiya belediya Wanê bi darê zorê ji namzetê partiya DEM´ê Abdullah Zeydan girt, da namzedê AKP´ê Abdulahat Arvasê zilamê xwe. 

Wî jî bêyî ku şerm bike ev zorbatî, ev xesba îradeya gelê Wanê qebûl kir.
Bi meriv ra piçek şerm, ûjdan, şexsîyet hebe zorbatiyeke wiha, tiştekî ne heqê meriv be qebûl nake. Lê wî qebûl kiriye, çimkî şexsîyet û heya pêra tune ye.

Heger piçek şexsîyet, şerm  bi Abdulahat Arvasî ra hebe, ewê mazbatayê qebûl neke, bi paşda bide, bibêje ez neheqî û zorbatiyeke wiha qebûl nakim.
Qebûlkirina meqamekî bi vê zorbatiyê şerm û bêexlaqîyeke herî mezin e. Yê heysîyet pê ra hebe tiştekî wiha qebûl nake, red dike.

Di hilbijartinên 31´ê adarê da namzedê DEM´ê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji %55,48an, wek serokê belediya Wanê hat hilbijartin.

Namzetê AKP´ê Abdulahat Arvas jî bi rêjeya ji %27,15´ê bû yê duyem.
Lê hukûmetê mazbata serokatiya belediyê nedaye Abdullah Zeydan, daye Abdulahat Arvasê zilamê dewletê.

Hukûmetê du roj berî hilbijartinê bi dizî namzediya Abdullah Zeydan betal kiriye. 

Abdulah Zeydan bûye namzet, namzediya wî qebûl bûye, du roj berî hilbijartinê, bi biryarekê namzediyê lê qedexe kirine.

Yanî dewleta tirk a tiroviro dibêjê em îradeya kurdan qebûl nakin, dilê me kê bixwaze emê wî bikin serokê belediyê.

Tiştê bûye sosireteke pir mezin e, hakimên ev biryar dane têkevin binê erdê çêtir e. 

Wek hakim meriv zorbatiyeke wiha nake, heqê xelkê bi zorbatî jê nastîne, nade yekî din. Ji bo mahkimeyekê qeşmeriyeke, rezaleteke ji viya mezintir tune ye. Ancax çete zorbatiyeke wiha bike.

Dibê baroyên Kurdistanê û Tirkiyê, partiyên kurdan, siyasetmedarên kurd hemû bi hev ra li dijî vê zorbatiya hukûmeta AKP´ê derkevin. 

Dibê Abdulahat Arvas nikanibe serokatiya belediya Wanê bike, dibê nikanibe derkeve nava milet.

Ji şansê me yê xerab ra dagirkerên me merivên pir xerab, pir namerd in, her rezaletê normal û mubah dibînin.

Lê heger ev biyar neyê guhertin, heger Abdulahat Arvas  bi rastî bibe serokê belediya Wan´ê ji bo tirkan, ji bo ”edalet” û siyasetmedarên wan jî şerm û rûreşiyeke mezin e.

XXX

Do êvarî li paytexta Sûriyê Şamê, mala konsulê Îranê hat bombebaran kirin, 6 ya jî 8 serbazên îranî hatin kuştin.
Îran dibêje êrîş ji alî Îsraîl va hatiye kirin. Bi texmîna min jî Îsraîl e. Çimkî Îsraîl hetanî nuha ev îdîa red nekiriye.
Dera hatiye bombebarankirin ne sefaretxane ye, maleka nêzî sefaretxaneyê ye.
Îranê reaksîyoneke mezin nîşan da, lê heta nuha hîn tu bersîveke leşkerî nedaye. Bi texmîna min ewê bide. Îran vê êrîşa Îsraîl bêbersîv nahêle.

Şer kane berfireh bibe. Amerîka ewê çi bike hîn ne diyar e. Li Îranê xînin, van zaliman ji ser hukim bixînin him ji bo me, him ji bo hêrêmî û dinyayê pir baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE