Min ji vê bihara Stockholmê ya xapînok tiştek fêm nekir, xwedêgiravî bihar e, berfê dest pê kiriye, sar û serma ye, guve guva bê ye.
Meteorolog dibêjin di riyan da ewê kaos çêbe. Yanî berfeke zêde ewê bibare. Gelek qeza çêbûne.
Ji sermê, ji berfê meriv nikane serê xwe ji hunderê malika xwe derxîne, berf e, ditozîne, meriv ber bê dihere.
Me got zivistan qediya, bihar hat, lê nîsanê zivistan bi paşda anî, em di bin berfê da hîştin.Kulîlk û laleyên hewşa me serên xwe ji bin axê derxistibûn, hindik mabû têkevin kulîlkan. Lê nîsanê bêbextî kir, ew di bin berfê da hîştin.
Me got bûka salê, meha nîsanê, vê carê ne bihara rengîn, berf û tozan bi ser me da anî.
Zivistan ev çend car in poşman dibe, bi paşda tê. Îro dîsa
bi paşda hatiye. Em şaşo-maşo kirin.
Lê ez ji serma û berfa wê natirsim, ezê nuha kincên xwe yên
zivistanê li xwe kim û herim meşa xwe bikim û werim. Ez teslîmî zivistanê, berfê
û sermê nabim.
XXX
Do bi şev min nivîsek nivîsî, lê belav nekir, hîşt îro. Min got ezê vêsê parve bikim.
Nuha lê digerim nabînim. Wer xuya dike min nivîs hilnanîye, qeyd nekiriye. Keda min bi avê da çû. Pir li ber ketim.
Min bi kêf
kompîtor vekir, kêfa min qurmiçî. Ji dêlî parvekirina wê nivîsî, min xebera
wendabûna wê da we.
Carnan qezayên ne xweş, meriv xemgîn dikin dibin. Ev jî qezayeke wiha ye, ez li ber ketim. Lê tişt nabe, ezê dîsa qala wê meselê bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar