03 april 2024

Li Tirkiyê ji kurdan ra qanûn, manûn tune ye

Hilbijartinên 31´ê adarê bi tevayî sakîn derbas bû, tu bûyerên mezin neqewimîn.
Lê ji do da ye, li Wanê, li Berwariyê, li gelek derên din şer û alozî derketin, pûlis êrîşî xelkê dike.

Li Culemêrgê merivên AKP´ê li ber çavên pûlisan bi keleşkofan êrîşê xelkê dikin.

Li Wanê û Bedlîsê meş û çalakî, çûn û hatina der hatiye qedexekirin.

Li Wanê gelk girtî hene. Hêvî dikim mesele fire negere, milet zêde zirarê nebîne.

Li Wanê du namzedên DEM´ê qezenc kirine. Dema Abdullah Zeydan nikanibe were hilbijartin, dibê Neslîhan Şedal bibe reîs. Lê hukûmetê wer nekiriye, mazbata reîsiyê dane namzedê AKP´ê.

Heger problemeke Abdullah Zeydan heye, çima hûn mafê Neslîhan Şedalê dixun?

Hukûmet heyfa têkçûna xwe ji kurdan digre. Çimkî kurd bipiş in, bêkes in.

Li Bedlîsê AKP´ê bi pûanekê hilbijartin qezenc kir, ew jî bi rayên sexte, bi rayên pûlis û leşkerên ji derve anîbûn.

Di vî warî da vîdeo, belge hene, lê hukûmet tiştekî qebûl nake.
Dibê kurd êdî fêm bikin ev dewlet ne ya me ye, me kurdan wek dijminê xwe dibîne.

Lema jî naxwazin kurd li tu derê, di tu dezgehekê cî bigirin, bibin xwedî desthilat.

Hêzên kurd li dijî neheqiya li Wanê li DEM´ê bûye derketin, piştgirî dan namzetê DEM´ê Abdullah Zeydan. Ev şêla kurdan baş e, dibê wiha be.

CHP´ê jî vê carê şêleke baş nîşan da, qebûlnekirina serketina Abdullah Zeydan wek redkirina îradeya gelê Wanê bi nav kir, hukûmet bi tundî rexne kir.

Îro, sibe ewê diyar bibe hukûmetê gavaê paşda bavêje, ya na. Hukûmet serketina Abdulla Zeydan qebûl neke alozî ewê dom bike. Hêvî dikim protestoyên dibin tesîrê li hukûmetê bike û di vê zorbatiya xwe da israr neke.

XXX

Li Wanê, li çend bajarên din ciwan, xelk neheqiya li namzedê DEM´ê yê belediya Wanê Abdulah Zeydan bûye protesto dike. Protesto dibê danegere şer, di çarçewa demokratîk da bibe.

Dibê trajediya xendekan dubare nebe. Bi keviran em nikanin zora van zaliman bibin, li zirara me ye.

Hêvî dikim ev şiklê protestoyan berfireh nebin. Dibê berpirsiyarên DEM´ê milet sakîn bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE