03 april 2024

Ereb çima bûn xwedîyên 22 dewletan, em çima nebûn xwediyê dewletekê?

Li Wêranşarê namzedê partiya ”Yenîden Refahê” Hadî Dîken 16.838, ji %19,55 ray girtiye. Min meraq kir, gelo ev Hadî Dîken kî ye, ji kîjan eşîrê ye?

Min ji pismamê xwe pirsî. Pismamê min got, Hadî Dîken ereb e, ubeyî ye, lawê filan kesî ye. 

Min bavê wî nas dikir, muxtarê gundê Sêsîk bû, ji eşîra Ubeya bû, çend kesên seyidî ew kuştin. Dema ez li wir bûm, dostê me bû, dihat komela me.

Min got, çawa kane hewqas ray bigire, wê demê tevayiya ereban ray danê.

Pismamê min got, ereb ne wek kurdan in, mêrikan milîyetçî ne, di rojên wiha da hevdu digrin.

Got ji ereban hinekan dan AKPê jî, nexwestin nabêna xwe û dewletê xera bikin, lê piraniyê rayên xwe dan yê ereb.

Yanî ereb ji me milîyetçîtir in, gava hewce be mêrikan wek ferdên malbetekê destên xwe didin hev, dibin qewetek mezin.

Li Wêranşarê ereb li hemberî kurdan tim pişta hev digrin, alîkariya hev dikin.
Lê kurd ne wiha ne, kîjan eşîra kurd bi ereban ra têkeve şer, eşîrên din îşê xwe ji naynin, piştgiriya yê kurd, eşîra kurd nakin.

Ev bêtifaqiya kurdan pir kevn e, ji berê û ber da wiha ye, ji bo wê jî kurd hetanî nuha nebûne xwedî dewleteke serbixwe.

Ji bo ku ereb bi tifaq in, alîkariya hev dikin 22 dewlet çêkirin, dixwazin yeka din jî lê zêde bikin.
Em 40-50 milyon kurd jî nebûne xwediyê dewletekê, li du deran jî em ketine bin destên ereban.

Li Sûriyê, li Kurdistana Rojava heger kurd jî wek ereban neteweperwer(milîyetçî)bûna di Şerê Cîhanê yê Duduya da ewê jî bibûna xwedî dewleteke serbixwe, Kudistan ewê çêbûya.

Lê piraniya kurdên me, eşîrên me, axa û malmezinên me hêzên xwe nekirin yek, bi hev ra doza Kurdistaneka serbixwe nekirin, neyartiya hev kirin, gotin em li dijî birayên xwe yên misilman nabin hevalên gawiran, kafiran. 

Hinek bûn hevalên tirkan, hinek bûn hevalên ereban û şerê kurdên serxwebûnxwaz kirin, nehîştin Kurdistan çêbibe.

Di bîranînên Cigerxwîn da meriv vê rastiyê pir xweş dibîne.
Lema jî firansizan û îngilizan dev ji piştgiriya kurdan berdan, çimkî dîtin kurd hevdu qebûl nakin.

Lê ereb bi tifaq bûn, li dijî serokên xwe rabûn, nebûn hevlên tirkan, firansiz û îngilîzan, ji bo wê jî bûn xwedî dewletên serbixwe.

Yanî ji ber ku 78 sal berê ereban hevdu girtin, firansiz, îngilîz ji welatên xwe derxistin û bûn xwedî dewlet.

Îro jî li Wêranşarê bi saya tifaqê 17 hezar ray girtine. Dewlet, tirk mecbûr in hesabê wan bikin.

Me kurdan 70-80 sal berê jî tifaqa xwe çênekir, nebûn xwedî Kurdistana azad, nuha jî em hîn baqil nebûne, hîn jî hişê me nehatiye serê me.

Lema AKP û partiyên tirkan li Kurdistanê bi saya kurdên hevalbendên xwe bi milyonan rayan digrin û nahêlin kurd xwe îdare bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE