04 april 2024

Kesê kurdperwer dibê li hemberî zulma li miletê wî dibe xwe bêdeng neke

Li hemberî zulma zulimkar li kurdekî, li miletê kurd dikin bêdengmayin ne rast e, di praktîkê da hevalbendiya zulimkaran e.

Li Wanê li kurdekî neheqî bû, heqê wî hat xwarin, hukûmetê îradeya gelê Wanê qebûl nekir; yekî qezenc nekiribû kir serokê belediyê.

Meriv ne bi fikir, siyasta Abdullah Zeydan ra jî be jî dibê neheqiya lê bûbû protesto bikira.

CHP, gelek siyasetmedar û partiyên tirk li dijî neheqiya li Abdullah Zeydan bûbû derketin, piştgirî dan wî. CHP´ê Sezgîn Tanrikulu jî di nav da heytek şand Wan´ê. 

CHP´ê vê carê îmtihaneka baş da. Bi baweriya min ji tirsa xwe wiha kir, çimkî Erdogan kane sibe eynî tiştî bîne serê wan jî. Xwestin bi reaksîyonê rê li ber qeyûman bigrin.

Lê gelek siyasetmedarên me, hin partiyên me xwe bêdeng kirin, li dijî vê neheqiyê derneketin. Kes neçû Wan´ê.

Ev şêleke ne rast e, gerek li hemberî neheqiyeke wiha, li hemberî terora pûlisan meriv bêdeng nemîne. Lême dît yên bêdeng man pir bûn.

XXX

Serketina gelê wanê û kurdên bi xîret pîroz be!

Liberxwedana gelê Wanê û kurdên bi xîret zora dewleta huqûqnenas û xesipkaran bir.

Piştî rezîlbûneke mezin, hukûmetê ji mevbûrî îradeya gelê Wanê qebûl kir, Abdullah Zeydan ewê mazbata xwe bistîne û bibe serokê belediya Wanê.

Gelê wanê, kurd û tirkên bi xîret pîroz dikim. Ji liberxwedan û piştgiriya wan mala gişan ava be.

Li alî din jî kurdê li hemberî vê neheqiyê bêdeng man pir şerm kirin.

Ez vê bêdengiya wan şermezar dikim.

XXX

Erdogan gotiye, ”Em tu carî li hemberî îradeya gel bêhurmetiyê nakin.”

Wey agir bi mala virekan keve lawo. Heger te hurmet nîşanî îradeya milet bida, çima we li Wan´ê ew teşxele derxist?

Birako, tu rast nabêjî, te hesabekî şaş kir, tu mecbûr ma di zorbatiya xwe da israr nekî. Ço ji cinetê derketiye, zor gêzerê radike. Yanî zorê tu anî rê, hedîse ji viya îbaret e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE