18 mars 2024

Di Newrozên îsal da ala Kurdistanê qadên Newrozê dixemilînin


Newroza Stenbolê

Di pîrozbahiyên Newroza îsal yên  ji alî DEM partiyê li Tirkiyê û li Kurdistanê tên pîrozkirin ala Kurdistanê û axaftinên kurdî li gorî salên borî zêdetir e. 

Di Newroza Stenbolê da qada Newrozê bi alên kurd ve xemilî bû. Rismê Qadî Mihemedê gorbihuşt bi ala kurd ra di nava milet da li ba dibû.
Ev pêşketineke baş e. Meriv pê dilşad dibe.
Gava ez dibînim kurd li zimanê xwe, li ala xwe, li mezinên xwe yên canên xwe fedayî Kurdistanê û serxwebûna miletê xwe kirine xwedî derdikevin pir dilşa dibim.

Hêvî dikim ev tevgera netewî bêtir bi pêş keve, kurd bêtir li hêjayiyên xwe, li sembolên xwe xwedî derkevin. 
XXX

Îbrahîm Xelîl Baran, li ser beşdarnebûna merasima cenazeyê bavê xwe, neketina bin darbesta wî, wiha gotiye:

”Li sirgûnîyê tirsa tewrî mezin, hatina xebera mirina dê û bavan e. Jana dûrîyê ji elema mirinê girantir e. Xwedê em ji vê jî kêm nekirin. Şabaş ji derdê me ra.”

Serê we sax be, Xwedê sebrê bide we. Gorra wî bihuşt be.

Te jan û kula dilê me xweş tarîf kiriye. Min jî eynî êş û jan du caran kişand, ez jî neketim bi darbesta dê û bavê xwe. Ew janeka giran e, bêderman e

XXX

Facebookê Newroza 2017´a aniye bîra min. Baş kiriye. Newrozeke xweş bû, li mekanekî tarîxî bû. Stockholm, Qesra Belediyê, Salona Hişin. Bi navê xwe yê swêdî, Bllå Hallen.

Êdî em hesretiyên wan rojan e.

Newroza we ji nuh da pîroz be!

Ez, xanima min û efara me ya dawî lawikê me Rojen.

XXX

Kulîlk dema diçilmise bi ser koka xwe da ditewe. Sirgûnî, dûriya ji welat û qewmê xwe, ji malbat û dost û hevalên xwe ew e. Meriv wek kulîlkekê roj bi roj diçilmise, heta rojekê hişk û o´la bibe.

XXX

Efrîna delal 6 sal berê, di 18´ê adara 2018´a da ji alî Tirkiyê va hat dagirkirin. Di 6 salan da Efrîn talan û wêran kirin, demografiya wê guhertin. Hov û zebaniyan qirra zeytûnên wê anîn. Efrîn di bindestê neyar da dinale, li bende rizgariya xwe ye...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE