17 mars 2024

Îro li Stockholmê bê dar wergerandin

Di orta adarê û biharê da zivistana me bi paş da hat. Vêsê Stockholm 12 derece di binê sivirê da sar e. Kompîtora min wer dibêje. Bayekî pir sar tê, meriv di ber bê dihere. De were di vê sir û serma bêwext da here bimeşe. Dibê kincên zivistanê dîsa ji dolabê derxînim. Meriv şaşomaşo dibe.

Berfê vekiriye lê bayekî pir sar tê, çûk li hewa diqefile.

Bawerî bi hewa Swêd nayê, surprîzên wiha ne ecêb e, berê jî gelek caran qewimîye.

Di vê ba û bahozê da em çûn gera xwe. Lê rê li me hatibû girtin, bê darek xistibû. Rehên hin darên Swêd xwe zêde bera kûr nedane, dema bayekî xurt li daristanan gelek dar dikevin, rê tên girtin. Dûra, di vegerê da roj derket û dinya germ bû. 

XXX


Carnan hin tesaduf dibin sebebê tiştekî xêrê û baş. Min Makpirtuk pêşniyarî dostê xwe yê hêja Welat Nehrî kiribû. Kitêba min jî di nav da, barek kitêb ji Makpirtûkê temî kiriye.

Min Makpirtuk pêşnuarî çend kesên din jî kir, ew jî jê pir memnûn man.

Ji bo ku dezgeheke me baş dixebite û xelk jê memnûn e ez pir kêfxweş bûm.

Lê kes reqlameke wiha belaş nake, dibê xwediyê Makpirtukê min xelat bike

XXX

Rast e, yê kevir qul dike ne hêza avê ye, berdewamiya dilopan e.

Di siyasetê da serketin girêdayî îstîkrarê, berdewamîyê ye.Yê bidomîne carnan zû, carnan dereng, biser dikeve.

XXX

-Şaşî mexsûsî însên e, lê heger jêbira we berî qelema we diqede, tê wê manê hûn zêde şaşiyan dikin.

XXX

Dibê meriv berê ber deriyê mala xwe şirt bike, dûra eynî tiştî ji cîranê xwe bixwaze.

Berî rexnekirina xelkê meriv kêmasiyên xwe bibîne, wan rast bike çêtir e. Her kes xwe rast bike mesele namîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE