17 mars 2024

Dibê em li ser gelş û meseleyên civata xwe bipeyivin

Li welatên kapîtalîst, pêşketî bi pêşketinên civakî, sosyal ra hin fikir û tevgerên nuh derdikevin holê. Ew tevger, ”îzmên” nuh li gorî pêşketinên wan welatan in.

Em kurd jî, him jin, him mêr, gelek caran tevgerên welatên pêşketî, hin tevger û ”îzmên” wan texlîd dikin, dixwazin wan tevger û ”îzmên” ne li gorî civata me kopî bikin. 

Ev ne rast e, gelek ”îzmên” ewrûpiyan ne li gorî me ne. Çimkî civata me, miletê me wek ewrûpiyan bi pêş neketiye, di nabêna me da herî kêm sedsal, esrek heye.

Dibê meriv wexta xwe bi îdeolojiyên, bi minaqaşeyên ne li gorî civata me ne derbas neke, serê xwe bi ”îzmên” civatên pêşketî, kapîtalîst ra neêşîne.

Me 50-60 sal çepîtî, komunêstî kir, me Marks, Engels, Lenîn, Mao Xwend. Me çi bi dest xist, me çi havil kir?

Ji dêlî wê me kultura miletê xwe, devok û lehçeyên xwe baş nas bikirana, me demogarafiya welatê xwe baş nas bikira, em zimanê xwe baş fêr bibûna, em tarîxa xwe fêr bibûna, me klasîkên xwe na nas bikirana ji bo me hezar qatî baştir û bi fêdetir bû.

Lê me wer nekir, me da dû komunîzmê, lenînîzmê, maoîzmê, Enwer Xoce.

Ev serpêhatî û şaşiya me dibê ji me ra, ji nifşên nuh ra bibe tecrûbe, dibê ew jî wek me, eynî şaşiyê nekin, ”îzmên” ewrûpiyan yên nuh kopî û texlîd nekin.

Bala min lê ye di medyaya sosyal da, vîdeoyan da hîn jî minaqaşeyên ”îzman” dikin. 

Meriv tevgerên dinyayê, îdeolojiyan nas bike zirar tê tune ye, lê dibê meriv wan wek gelşên civaka me nebîne û minaqaşe neke.
Kera barê meriv ne lê, dibê meriv ne ço kê, ne hûş kê. Dibê em li ser gelş û meseleyên civata xwe bipeyivin, serê xwe bi wan ra biêşînin, ne bi hin sosyalîzmê, komunîzmê, femînîzmê û hin "îzmên" ne li gorî civata me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE