05 april 2024

Me îro dostekî kurdan yê pir hêja bibîr anî

Olof G. Tandberg

Me îşev li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî dostê miletê kurd yê salan, nivîskarê swêdî yê bi nav û deng Olof G. Tandberg (1932-2024) bi merasîmek xweş bibîranî.

Gelek heval, nas, dost û hin ferdên malbata wî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Olof G. Tandberg dostekî kurdan yê kevn e, ji sala 1966´î û vir da ye li Swêd tim wek şûrekî li pişta kurdan bû, di xebat û micadela kurd û Kurdistanê da tim bi kurdan ra bû.

Li Swêd komîta piştgiriya kurdan a pêşî, di sala 1966´a da Olof G. Tandberg, Cemal Alemdar, Dr. Selahedîn Rastgeldî û çend swêdiyên dostên kurdan avakirine. 

Olof G. Tandberg ji wê demê da ye dostiya xwe ya bi kurdan ra qut nekiriye, tim li pişta kurdan bû.

Gelek caran çû Kurdistanê, bû mîvanê Kurdistana Federe û ji alî hukûmeta Kurdistanê va hat xelatkirin.


Ji milê çepê: Nîmet Aydin, Omer Şêxmûs, ez û Cemal Alemdar 

Li Swêd jî Federasyona Kurdistanê wek dostekî miletê kurd ew xelat kir.

Olof G. Tandberg, bê gelek meqaleyên li ser kurd û Kurdistanê, çend kitêb jî li ser kurdan nivîsîne. 

Lema kurdên swêd û kurdên wî nas dikin pir jê hez dikirin û qedir û qîmeteke mezin didan wî. Olof, G. Tandberg ji pişta kurdan çû.

Ji milê çepê:Abîd Dundar, ez, Mahmûd PakdemîrNîmet Aydin, Serkan Birûsk

Di merasimê da hevalê Oolof G. Tandberg yê destpêkê, yê ew kir dostê miletê kurd Cemal Alemdar axaftineke li ser tarîxa dostî û hevaltiya xwe ya bi wî ra kir.


Dûra siyasetmedara swêdî Marîa Leissner, Omar Sêxmûs, Anne Murray, Georg Christianssen bi dor qala xebatên Olof G. Tandberg û hin bîranîn û serpêhatiyên xwe yên bi wî ra kirin.

Di nabêna da Îngela Karlssson şiîr xwend û muzîk hat gudarîkirin.

Di dawiya şevê da lawê Olof G. Tandber, Axel Tandberg, li ser bavê xwe, li ser xebatên wî yên ji bo kurd û Kurdistanê û tesîra bavê wî li wî kiriye axaftineke mikemel. Axaftineka bi mestewa û pir bi tesîr bû.

Bîranîneka pir xweş, pir bi mistewa bû. Lawê wî Axel Tandberg û ferdên maltê yên din ji vê qedirşînasiya kurdan pir memnûn bûn.
Bîranîn ji alî Cemal Alemdar, Omer Şêxmûs, Alî Çîftçî, Bîlal Gorgu, Kitêbxaneya Kurdî û Keya Îzol va hatibû organîkirin.
Keya Îzol moderatoriya şevê kir.

Çend dîmen ji malpera Roza Kurdî


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE