06 april 2024

Mêrik têkçûna AKP´ê di hilbijartinên 31´ê adarê da şibandiye Şerê Uhud´ê

Endamê Heyeta Rêveberiya Biryarê yê AKP´ê Alî Karakaş li ser kêmbûna rayên AKP´ê di hilbijartinên 31´ê adarê da gotiye:

“Ev hilbijartin ji bo me bû wekî têkçûna di Şerê Uhudê da.”

Mêrik xweş firandiye, baş çirandiye, kêmbûna rayên AKP´ê şibandiye şerê Uhudê.

Li gorî rîwayeta ereb dibêjin, di 23´ê adara 625´a da li nêzî bajarê Medîneyê, li çiyayê Uhudê di nabêna hêzên Hz. Mihemd û hêzên Ebû Sufyanê Mekkeyî ye da şer çêbû. Hêzên Hz. Mihemet di şer da şikestin, Ebû Sufyan bi ser ket. Hz. Mihemed jî birîndar bû. 

Alî Karakaş 
di hilbijartinên 31´ê adarê da kêmbûna rayên  partiya xwe AKP´ê  şibandiya têkçûna misilmanên Şerê Uhudê, biserketina CHP´ê jî şibandiye ya Ebû Sufyan, yanî biserketina kafiran. Derba li Erdogan ketiye jî otomatîkman dişibe birîndarbûna Hz. Mihmed.
Maneya têkçûna Şerê Uhudê ev e. Wele mêrik baş çirandiye.

XXX

”Xelata êşê tecrûbe ye”

Aiskhylos

Teşbîheke, şibandineke pir xweş û rast e. Her ketin û rabûnek, her êşeke giran ji meriv ra tecrûbeyek.

Me di bindestiyê da pir êş û jan kişandiye, gişk ketin ser hev, ji me ra bûn tecrûbeyên siyasî, netewî.

Wek milet nuha em ji do baqiltir in, em dost û dijminên xwe, îdeolojiyên baş û xerab, yên bi fêde û bi zirar li gorî do baştir ji hev digerînin.

Hestên netewî, îdeolojiya millî di nav me da roj bi roj xurttir dibe. Ev jî xelata êşên me kişandine.


Panzehîra bêhêvîtiyê hêvî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE