07 april 2024

Ev demeke xwendevanên bloga min zêde bûne

Bloga min van roja dîsa hinekî populer bûye, xwendevanên min li gorî meha berê zêde bûne. Tiştê meriv dinivîse were xwendin xweş e, kêfa meriv tê.

Gelo blog hîn tên xwendin?
Çend blogên bi kurdî hene, tên xwendin ya nayê xwendin ez nizanim.

Lema jî di heqê blogerîya kurmancî da nikanim tiştekî bibêjim. Lê li dinyayê blog êdî zêde nayên xwendin, gelek platformên din ketine dewsa blogê.

Lê bloga min tê hîn tê xwendin. Îro 786 kesan, do 864 kesdan, vê mehê 3739 kesan riya xwe bi blpoga min Hindik-Rindik xistine, xwendine, bala xwe danê.

Ji bo min, wek blogerekî kurmancî ev jimar ne reqemeke hindik e, ez jê memnûn im, sipasdarê şopîner û xwendevanên xwe me.

Jimar hin rojan kêm, hin rojan zêde dibe. Van rojan jimara tikandinê zêde bûye. Ev yek ya ez van rojan tiştên balkêş dinivîsînim, ya jî xwendevanên terka min kiribûn poşman bûne, bi paşda hatine.

XXX

Ji bo ku hin siyasetmedaran di nîvê rê da dev ji micadela azadiyê berdan, miletê xwe, dost û hevalên xwe xeyalşikestî kirin meriv li ber dikeve, dibêje xwezî wiha nekirina.

Micadela ji bo azadiya miletê kurd ne karekî rehet e, jê ra sebat û fedekarî lazim e, her kes nikane vê riyê hetanî dawiyê dom bike. Bîna hinekan zû diçike.

Ne ji hesinê xerab şûrê baş çêdibe, ne jî kahrê sêwî dibe nêrî.

Di xortaniyê da, di destpêka micadelê da meriv şagirt e, viya nizane. Dûra, hêdî hêdî, meriv dibe xelfe, dûra dibe hoste, van tiştan baştir fêr dibe.

5 kommentarer:

  1. Slav ji te re Mamoste! Ez kurê malbateke asîmîlebûyî (bi ziman û çand em asîmîle bûn) lê bavkê min her car welatparêz bû. Ji ber wê bavkê min ez şandim dersa kurdî gava ku ez 10-12 salî bûm. Kurdîya min êdî esasî ye. Ez bi xwendina nivîsen te zimanê xwe pêş va diçim. Spas!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi vê komentara te pir kêfxweş bûm. Bavê te merivekî hêja bûye, lema tu şandiye dersa kurdî, kurmancî fêrî fêrî te kiriye.
      Kurmancîya te pir xweş e.
      Heger bi qasî misqalekî jî fêda min bigihîje pêşketina zimanê te ji bo min serbilindî û dilşadîyeke mezin e.

      Radera
    2. Spas mamoste! Bavê min bi xwe Kurmancî ji bîr kiriye piştî ji gundên Malatya koçî Edene kirin. Daka min qet bi kurdî nizanîbû, fêrî nebû (daka wê jî piştî zewacê ji bîr kir). Lowma zimanê mala me tirkî ye. Ez hinekî hîn bûm û dixwazim bi temamî fêr bibim. Vê havîne ezê herim Kurdistanê û welêt bibînim û hem jî Kurdîya xwe çêtir bikim. Di serdana min a Kurdistanê de ez dixwazim pirtûkên kurdî jî bixwînim, tewsîyeyên te hene?

      Radera
  2. Xalê Xamo zılameki hêjaye. Xwedê jê razi be

    SvaraRadera
    Svar
    1. Tu camêr î. Gelek sipas û mala te ava be.

      Radera

PARVE BIKE