07 april 2024

Mirin tu çi bêbext î!

Îro li Stockholmê em çûn şîna Nubar Kilincaslan xanimê. Xanimeka ciwan, 34 salî nexweşiyeka pîs, bêbext ji zarokên wê, ji malbat û hezkiriyên girt, di vî umrê ciwan da teslîmî axa sar kir.

Bi vê mirina bêwext ez pir û xemgîn bûm, pir pê êşiyam. 
Emê gişê bimrin, kesê nemir tune ye, lê êşa mirina kesên ciwan nayê kişandin. 

Xwedê sebrê bide peyê wê û zarokên wê û malbata Hemîdê Simaîl axa gişan. 

Gorra wê bihuşt be.


XXX

7 roj di ser hilbijartinên 31´ê adarê ra derbas bûne serokên hatine hilbijartin hîn mazbatayên xwe negirtine.

Namzedên AKP´ê bi îtîrazên xwe serî li kesên serketî digerînin, nahêlin dest bi karên xwe bikin.

Heyeta hilbijartinê dibê îtîrazên bêbingeh qebûl nekira.

XXX

Serketin, meqam, rutbe hin kesan, mutewazî, kamil û baqil dike, hin kesan jî pir qure û pozbilind dike.

Her kes ne layiqî mezinahiyê, kursî û meqamê xwe ye.

Gava însan dibin xwedî desthilat meriv dibîne kî çi mal e, çend eyar e!

XXX

Belkî ev bîst sal in min şekirê noka ya jî wek hinek dibêjin ”nokê bi şekir” nexwaribû. Xanimê got, lawikê me Serhat ji xwe ra şekirê noka kiriye û para me jî ji bîr nekiriye, qutîka me tije kiriye.
Ji kêfa çav li min bûn tas, xanimê mista min tije kir, min hema avêt ji devê xwe da. Bi xwedê ji çokolata jî xweştir bû. Şekirê noka heyat e weselam…

XXX

Kazim Ekîncî û Fexrî Înan 30 sal berê di 7´ê nîsana 1994´a da li Wêranşarê bi namerdî hatin kuştin.

Ez herdu welatparêzên hêja û hevalên xwe yên têkoşînê bi hurmet bibîr tînim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE