08 april 2024

Şekirê noka, guzîdeya zaroktiya min


Belkî ev bîst sal in min şekirê noka ya jî wek hinek dibêjin ”nokê bi şekir” nexwaribû. 

Do êvarî bû qismet, min devê xwe bi çend heban şîrîn kir. Bû wek bîranînek zaroktiyê.

Xanimê got, lawikê me Serhat ji xwe ra şekirê noka kiriye û para me jî ji bîr nekiriye, qutîka me tije kiriye.

Ji kêfa çav li min bûn tas, xanimê çengek da min, mista min tije kir. Min hema avêt ji devê xwe da. Bi xwedê ji çokolata jî xweştir bû. Min pir bîriya wan kiribû.

Çend sal berê li ser navê şekirê noka di nabêna du nivîskaran da minaqeşe çêbû, li ser nav li hev nedikirin.

Çend kesên din jî xwe tevî minaqaşê kirin. Heger şaş di bîra min da nemabe, hinekan digot şekirê noka, hinekan jî digotin nokê şekir.

Min xwe tevî meselê nekir. Em wêranşarî dibêjin şekirê noka, ji bo me ya esas û xuya dike noke, şekir e. Me nokên xwe di şekir da kirine, noka xuya nakin.

Şekirê noka heyat e û weselam…

XXX

-Zanîn wek ronahiyê ye. Heger hûn wê bi kar bînin ewê zêdetir bibriqe, hûn bi kar neynin ewê vemre.

///Alexander Everett :

XXX

Îran pir fortan di xwe xwe, dibêje emê heyfa xwe ji Îsraîl bigrin.

Bi texmîma min jî ewê tiştekî bikin, lê kînga, li ku û ewê çi bikin ne diyar e.

Piştî hewqas fort û halan nabe tiştekî nekin. Lê êrîşa wan jî ewê bêbersîv nemîne.

XXX

-Gava min ji mamostê xwe pirsî, merivê herî baqil kî ye, ji min ra got, yê hindik dipeyive û zêde gudarî dike.

Rast e, zimandirêjî ne xweş e. Lema kesên zana hindik, nezan zêde dikin leqleq.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE