09 april 2024

Dînîtiya xortaniyê û sûsa extîyariyê

Li ser xortaniyê û extîyariyê gelek aforîzim û teşbîhên xweş hene. Camêrekî gotiye: "Dînîtî dostê xortaniyê, baqilî jî sûsa extîyariyê ye."

Helbet xortanî bêyî dînîtiyê nabe, xort, dibê hinekî "dîn" be. Lê ez dibêjim baqilî sûs be jî ji dîtnîtiyê baştir e.

Çi heyf ev sûs bi her extîyarî ra tune ye. Hin extiyar hetanî mirinê ji wê sûsê bêpar dimînin.

-Tecrube ne tiştên tên serê meriv, meriv ji wan tiştan çi ders û ibret digire.

XXX

Dibêjin şerê Îsraîl û Hamasê Xeza wêran kiriye, zirareke mezin daye Libnanê.

Rast e. Lê ne Xeza û Libnan tenê, zirar daye Sûriyê, Îraqê, Yêmenê, Îranê, kurdan jî. Musebîbên vî şerî jî Hamas, Hizbulah û hêzên îslamî ne. Wan ev şer dan destpêkirin.

Lê hîn jî pesnê vê malwêraniyê didin, li vir û li wir dînîtî û qetlîama Hamasê pîroz dikin.

Şer malwêran jî ye, xwîn e, hêsirên çavan e. Her şer wiha ye. Derxistina şer rehet e, sekinandin zor e.

XXX

Ez û xanimê îşev çûn konsera sopranoya dengxweş Perwîn Çakar xanimê.
Konsera wê li Stockholmê li Konserthusê bû. Konserthuset avahîyeke tarîxî ye, berî xwarina Nobelê were dayin konser li wir çêdibe, mîvan li wir muzîkê gudarî dikin, dûra diçin Qesra Belediya Stockholmê, li wir xwarina Nobelê dixun.
Salon tije bûbû.

XXX

Do bihareke temam hatibû Stockholma xopan. 14-15 derece germ bû.Îro eksê wê ye, nuha seet neh e, 3 derece germ e. Dinya ewr e û ewê bi bran be.
Do min û xanimê me qapût matûtên zivistanê avêtin, kincên biharê li xwe kirin, me çû meşa xwe kir û hatin. Îro emê dîsa kincên zivistanê li xwe kin.

Ez bawer dikim bihara rengîn êdî terka me nake. Emê wer hêvî bikin, hela ka çawa dibe...

Îsal cara pêşî bû me ew germî, ew roja xweş dît. Li Kurdistanê hin dostên min bi min kenîyan e, gotina lolo, ma 15 derece jî germîyan e?
Haya zikê têr ji zikê birçî tune ye. Heyran li Stockholmê di vê mehê da 15 derce germîyan ji me ra dawet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE