12 april 2024

Çîroka şêr û fena şivên

Dilê şêrekî kitibû keça şivanekî. Şêrê evîndar rojekê çû keçik ji bavê wê xwest.

Şivanê feqîr ji tirsa qutifî, biziya. Nizanîbû çi bersîvê bide, çawa xwe ji şêr xelas bike?

Nedibû keça xwe bida şêrekî, heywanekî dirinde. Lê newêrîbû bigota ez nadim jî.

Pir fikirî, hûr fikirî, kûr fikirî, dawiya dawî aqilek hatê,  çareyek dît. Ji şêra got:

-Ezê keça xwe bidim te. Ji bo min şerefeke mezin e şêrek bibe zavayê min. Lê şertekî min heye. Keça min ji pençeyên/kulabên te û ji diranên te pir ditirse. Here diranên xwe na gişan bikşîne, kulabên xwe jêke, dûra were bûkê bibe.

Şêr di ser keçikê da dîn bûbû, amade bû ji bo wê her fedekariyê bike. 

Lema bi pêşniyara bavê keçikê xapiya, çû kulabên xwe giş jêkirin, diranên xwe hemû gişandin û çû ber deriyê şivên, got:
-Ka keçikê bide min.

Ma şivanê êdî ji çiyê şêr bitirsiya? Rahîşt çoyê  xwe û bi şêr ket. Şêrê bêdiran revî revî, bi zor xwe ji nav lepên şivên xelas kir û berê xwe da daristanê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE