13 april 2024

Ji guhdarîkirina van sitranan bêpar nemînin

Ne mimkûn e meriv nebe heyran û sewdaliyê van sitranan. tiştekî muhteşem e.
Guhdarî bikin, bibînin bê li ba kurdan çi marîfet huner heye, xwediyê çi muzîkeka bêemsal in!
Lê ji ber ku bêdewlet in haya dinyayê ji vê muzîka kurdî ya muhteşem tune.

Heger ev kultur, ev sitran, ev muzîk ya îngilîzan, fransizan, îtalîyan, îspanîyan û almanan bûya nuha bûbû sertaca muzîka, kilasîkên dinyayê.

Li ba ereban, farisan, tirkan şahesereke wiha tuneye, ev muzîk, ev huner tenê mexsûsî kurmanca ye. Dibê zarokên me, ciwanên me bi vê kultur û muzîkê mezin bibin, vê kultur û muzîkê ji dê û bavên xwe dewr bigrin, bigihînin nifşên li pey xwe.

XXX

Hin însan nezan in, cahil in, baş û xerab, rast û şaş baş ji hev negerînin, bîra gelek tiştan nabin. Şaşiyên kesên wiha pir ne ecêb e, meriv fêm dike. Dibê meriv riya rast bi ber wan xîne. Meriv şîreta li wan bike normal e, rê tê heye. Çimkî nezan in, baş û xerab ji hev nagerînin,

Lê hin kes hene têra xwe zane ne, alim in, ne motajî şîret û aqilê kesî ne. Camêran bi xwe kûpê êqil in. Ev yek jî bi zanîna xwe îspat kirine

Lê dîsa jî li hemberî asîmîlebûna miletê xwe kar û xebata ji wan tê hêvîkirin nakin. Xortan bi israr dihewisînin tirkî.

Xwezî wer nekirana

XXX

-Çav ji xwe bawer dikin, guh ji hinekên din bawer dikin.

-Yekbûn destpêk e, domandina yekîtiyê pêşketin e, xebata bi hev ra biserketin e.

XXX

Hin kar hin kesan kêfxxweş û dilşad dike, hin kesan jî xemgîn û digirîne.

Serketina hinekan, têkçûn û malwêraniya hinekan e.

Ev dinya wiha ye, ji hinan ra çê tê, ji hinan ra xerab tê. Heta nuha ji me ra xerab hatiye.

XXX

Ji berê û ber da ye di nav me da şair, ya jî kesên şiîrê dinivîsin pir in. Edebîyata me bi şiîrê dest pê kiriye.

Lê şiîr zêde nayê xwendin. Bi texmîna min kurd bi qasî şiîrên tirkî dixwînin, şiîrên kurdî naxwînin. Kurd bi qasî şairên tirk nas dikin, şairên kurd nas nakin.

XXX

Serweta ji dê û bavan ji ewldên wan ra dimîne ne mal û milk tenê ye. Qencîyên, çêyiyên, mêraniyên, comerdiyên, fezîletên wan jî ji bi bo zarokên wan serwet in. Xerabîyên wan jî serêşî û bar in.

XXX

Moza hingiv li derî pêtagê mêşeke bêqîmet e. Tiştê moza hingiv bi qîmet dike sinet û hingivê wê ye.

Însan jî bi kar û xebatên xwe, bi berhemên xwe tên teqdîrkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE