14 april 2024

Her seyahet temaşekirina li fîlmekî nuh e

Meriv bikanibe li welatê xwe, li dinyayê bigere, bibîne, nas bike xweş e, meriv pê dilşad û zane dibe.
Bi seyahetê, bi ger û seyranê meriv ne tenê deran, bajaran û welatên nuh dibîne, di eynî wextê da tiştê nuh jî fêr dibe, zanîna meriv, jîrîtiya meriv jî bi pêş dikeve.
Bi her seyahetekê meriv li fîlmekî nuh temaşe dike, kitêbeke nuh dixwîne.

Lema pêşiyên me gotine geriyayo, diriyayo. Yê digere, dibîne, tiştên nuh fêr dibe, jê fêdê û aqil digire.

Ewrûpiyan ev yek baş fêm kirine, lema ji berê da ye geriyan e, welatên nuh, parzemînên nuh keşf kirine, miletê nedihatin naskirin dîtine, bi dinyayê dane naskirin.

Seyahên wan, mîsyonerên wan dinya dane bin nigên xwe, qulik bi qulik li dinyayê gerîyan e.
Mêrikan merqa kirine, xwestine derên nuh bibînin, miletan nas bikin.
Dinya wek kitêbekê ye, yê negere, nebîne, tenê rûpelekê jê dixwîne.
Lema kurdan ji kesê gerok ra gotine, ”geriyayo diriyayo”.
Tu tişt bi qasî seyahetê meriv zane, zîrek nake. 

Seyahet wek zanîngehekê ye, yên diherin wê zanîngehê tiştên nuh fêr dibin.

Her gerr û seyahetek ji bo meriv dibe çîrokek, serpêhatiyeke nuh, jiyana meriv, asoya meriv pê zengîn dibe, meriv dike çîrokbêj.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE