11 april 2024

Serzilût

Li gundekî bi navê "Gundê Bêxwedî" xor­tekî bi navê Beko hebû. Ne malbatên gund hemûyan, lê hinekên wan hêviyek mezin ji Beko dikirin. Car caran gava gundî li hev kom dibûn, ji hev ra digotin:

‑Wê ji Bekoyê me, merivekî gelekî jîr û zana derkeve. Maşalê tiştek neyê serî, Xwedê ji me ra bisitirîne.

Meh û sal derbas bûn, Beko jî wek hemû însanî mezin bû, baş‑xerab ji xwe ra malek çêkir, bû bavê zarokan.


Lê ji vê jî muhimtir, peyakî çelziman jê derket. Dema li cimatekê rûnişta û gotin li gotinê keta, kêm kesî kanibû bi ser Beko xista; bi rastî jî zimandirêjekî têra xwe bû. 

Vê yekê jî hêviyek mezin dida meriv û gundiyên wî. Ji hev ra digotin:

-Heyran her çuqas hin kêmasiyên wî hebin jî lê tişt nabe, yê me ye, bivê‑nevê ewê rojekê ji me ra bibe.

Di vê navberê da tiştekî qet di hesêb da tunebû hat serê Beko, ji Xwedê da li gor heval û hogirên wî porê wî zûtir weşiya. 

Di nav demeke kin da serê wî bû wek kunderekî qaşkirî.
Li ser vê, gundiyan navê wî kirin Bekoyê Serzilût. Êdî li gund dema qala Beko dibû, gundiyan digotin:

-Serzilût wiha kir, Bekoyê Serizulût wiha got...

Navê Beko yê nuh tavilê li nav gund belav bû. Roj hat, heta meriv negota Serzilût hema hema tu kesî Beko nas nedikir.

Sal bihurîn, Serzilût jî wek her insanî kal bû. Û tiştekî pirr tabiiye gava meriv kal dibe hin kul û êş jî xwe li meriv didin der. 

Lê nexweşiyên wî bêderman bûn. Rebeno tu carî ber xwe nedidît, hema hema bûbû insanekî “nîvmeru”, sal donzde meh tim zer û zuhumî bû.

Lê derd û kulên Serzilût bi nexweşiyê tenê jî bima dîsa baş bû, piştî vekirina "dikana aqil" (belê we çewt nexwend, dikana aqil, yanî aqiI di­frot kesên bêaqil.
Li gor baweriya wî, gundiyên wî muh­tacî aqil bûn û ew jî tenê li bawî hebû.
Xwedê Teala îbretek din jî bi serî da anî, nizanim ez çawa bibêjim, lê hema li ciyê rehetiyê digot “cûzzz” û “ba” bi ber diket. Wexta çend kes li dora xwe bidîta, ya jî li civateke şên rûnişta, hema di ciyê xwe da xwe dibir û dianî û digot “çûzzz û çûzzz”, ba ji ber xwe berdida.

Di destptêkê da fisên pirr genî nedikir, bes "çûzin û kuşîn" jê dihat.

Fisên Serzilût li Gundê Bêxwedî olaneke mezin da, her kesî tiştek digot, her kesî bi hawakî şirove dikir. Hinekan digotin:

-Bi qestî fisan dike, ji bo ku milet qala wî bike.

Hinekan jî digotin.

-Na, ne rast e, feqîro çi dike jî nikane xwe ji vê sosiretê xelas ke.

Her çiqas van fisên Bekoyê Serzilût hemû gundiyên Gundê Bêxwedî aciz dikir û gelekên wan ji ber vê bîna pîs pozên xwe digirtin jî, lê li alî din dîsa jî hinekan digotin:

-De tişt nabe, here were “ba” ye, piştî çend sanîyan belav dibe.

Gundiyên “Gundê Bêxwedî” navekî din jî li Serzilût zêde kirin, navê wî kirin “Serzilûtê Fisek.” Li oda gund, yan jî li çolê dema du kes dihatin ba hev, ji hev ra digo­tin:

-Ma te bihistiye, dibêjin Serzilût do nizanim li ku derê dîsa fisek pir genî kiriye. Dibêjin fiseke wer kiriye kesên li dorê ji bîna gêj bûne, hinek rabûne çûne  û hinekan jî ji mecbûrî pozên xwe girtine.

Yekî din jî ewê bigota:

-Lo de tu bi xatirê Xwedê dikî tu yê dev ji fisên Serzilût berde, ji xwe em zanin fisên wî giş genî ne. Hema heta jê tê bira fisan bike. Bi  fisan himam germ nabe birako.
Lê Xwedê bike tiştekî hîn xerabtir dernexîne. Ji ber ku her tişt ji Serzilût tê.

  -Rast e, ez jî zanim "bi fisan himam germ nabe. Lê ez fêm nakim van fisan ji bo çi dike?

  -Malava tu bi qedrê Xwedê dikî bes lo! Ez naxwazim bi seetan li ser fisên Serzilût bipeyivim. Lê madem te pirsî ezê bibêjim: ”Ew bawer dike bi vê yekê ewê bigihîje derekê!”

Li Gundê Bêxwedî axaftinên bi vî rengî çend salan dom kirin. Heta rojekê Serzilût ji nişka ve ji ortê beta bû. Gundî bi vê betabûna Serzilût mit û mat man, ji hev ra gotin:

-Gelo ev mêrik bi kuda çû û çi hat serî?

-Lo de ya bi xêr ku çû, qe nebe em ji fisên wî xelas bûn. Bi wan fisên xwe yên genî ne bes mejiyê me, hêdî hêdî exlaqê zarokên me jî xera dikir.

Hîn axaftin û gotinên bi vî rengî di nav gundiyan da dom dikirin, serê sibeha 12ê Îlona sala 1980î, bi rezaqa rojê ra bi teqereq, gurmîn û bi dengekî ecêb ra gundî giş, bi qiç û pîlên xwe ve ji nav nivînên xwe yên germ hol bûn.

Bi holbûnê ra qîrîn û qajewajek ket nava gund, hey hewar, her kesî ji xwe ra bi alîkî da baz da, hinekan digot “erdhej e, zelzele ye“, hinekan jî digotin bi balafir gund bomberdûman dikin.
Di nav çend saniyan da xaniyên gund giş hilweşiyan. Xaniyên mezin û biçûk, baş û xerab hemuyên wan bi erdê ra tep û dûz bûn.
Bes ji hinekan dîwarek, pangek li hewa mabûn.
Kusêxê Serzilût ji xwe ji xilik-milikan hatibû çêkirin, kevir li ser kevir nemabû. Piştî ku toz û dûman belav bû, dinya hinekî ji hev kês û fês bû, milet dest pê kir li birîndar û miriyên xwe geriyan.

Çend gundî jî çûn ser xerabê Serzilût. Ji gundiyan yekî kesereke kûr kişand, got:

-Ero Serzilûtê Fisek, tu dibêjî qey te bîn girtibû ewê ev felaket werê serê me, lema te ruyê xwe guherand. Me ji ehmeqiya xwe hêviyek pir mezin ji te dikir, me nizanîbû ku roja bê û biqewime tu yê xwe beta bikî û neyê birîndar û miriyên xwe jî ji erdê ranekî.

Piştî vê tofana giran yên mirin mirin, yên birîndar jî kesî xwe lê nekir xwedî, li wê çola Xwedê giş perîşan û bêxwedî man. Tevlihevî û bêserûberiyeke mezin çêbûbû. 

Lê kesên ku hîn li ser nigan bûn û kanîbûn bimeşiyana, bi yek devî gotin(te digot qey ji berê da gişan tû yî binê zimanê hev kiribûn ya jî li maneyeke weha digeriyan):

-Ev war êdî ji me ra nabe, divê em serê xwe bigrin û bi dereke din da herin. Ji xwe ra li warekî nuh bigerin.

Gundiyên Gundê Bêxwedî kêm caran li ser tiştekî li hev dikirin, lê li ser koçkirina ji gundê xwe tu gelş di nabêna wan da derneket, tavilê qela xwe kirin yek û berên xwe bi çol û çepelan da kirin. 

Ref bi ref ya jî yeko yeko bi çolan ketin.
Baş nizanîbûn ewê bi ku da biçûna. Lê di nuxta ku divê ew ji Gundê Bêxwedî dûr kevin tu dubendî di nabêna wan da tunebû. Axir bûn wek nokên tu li tahtê xe, ji hev pengizîn, her yek pekiya derekê.

Piştî demek ne dirêj gelek gundiyên Gundê Bêxwedî çûn li welatekî bi navê “Welatê Hepikan” bi cî bûn.
Ehlê Welatê Hepikan ji wan ra digotin “mahcir” û “serreş.”

Welatê Hepikan welatekî gelkî xweş bû, ne tenê ji alî hepikan ve, yanî ji alî xwarin û vexwarinê û rehetiyê ve, ji alî jinên xwe yên çavhişin û ji alî xwezaya xwe va jî welatekî bêemsal bû.
Kêfa gundiyên Gundê Bêxwedî ne îş ji vî welatê wan yê nuh ra dihat.
Bi taybetî ji hepikên belaş û ji jinên çavhişîn ra gelkî kêfa wan dihat, bask tunebûn pê bifiriyana.

Gelekên wan hewqas dilşa û bextewar bûn, bawer nedikirin li vî welatî ne, ji xwe ra digotin:

-Gelo ev tiştê em dibînin ne xewn  û xeyal e?

Li hember pêşketin, medeniyet, xweşikî û biserûberbûna Welatê Hepikan mit û mat diman, devê wan hirinekê ji hev diçû. Gelekên wan di dilê xwe da digotin:

-A dibê meriv li vir bijî, ma yê me jî welat bû?

Rojekê du mahcirên Gundê Bêxwedî di kuçe û kolanên paytexta Welatê Hepikan da ji xwe ra tiral tiral digeriyan, hew carê dîtin Serzilûtê Fisek ji hember da tê. Mahcirên me bi vê tesadufê hinekî mit û mat man.
Wan qet bawer nedikir Serzilût jî weke wan welat terikandiye, hatiye Welatê Hepikan.
Ji ber ku li gund dema qala welatên weha dibû agir ji devê Serzilût diçû, digot rewş çi be jî dibê meriv dev ji welatê xwe bernede.
Ji mecbûrî li hev sekinîn, li hal û demên hev pirsîn. Dûra ji mahciran yekî ji Serzilût ra got:

-Serzilût, ma tu û van deran? Me jî digot qey tiştek hatiye serê te? Ji ber ku berî wê tofana mezin, nişka ve tu ji ortê beta bû!

Serzilût bi mirûztahlî got:

-Ma ewê çi were serê min?

-Ma ez çi zanim, ji nişka ve tu ji ortê wenda bû, lema me meraq dikir. Me digot Xwedê neke, nebe ku li derekê tiştek hatibe serê te. Ma meriv çi zane, hezar qeza û belayên dinyayê hene. De guh medê. Ma tu ji zû da li vir î?

Serzilût dîsa bi hawakî bêmahd got:

-Na, ev salek e ez li vir im.

-Maşalla, wa ye tu gelkî berî me hatiye bavo! Em…

Li vir Serzilût gotina gundiyê xwe birrî:

-Ê min…ez, ez bi karekî hatime vir, lê min hîn bi ser hev nexistiye, dema ez biqedînim ezê tavilê vegerim welêt. Ev der ne ji me ra ye, dibê meriv vegere welatê xwe.

Gundiyê Serzilût hinekî bi mane got:

-Erê, ez fêm dikim...

Piştî çend gotinên din yên ji der û doran, ji mahciran yekî dîsa ji Serzilût ra got:

-Serzilût, gotin eyb nebe lê ezê ji te ra tiştekî bibêjim. Mêze tu jî zanî çi hatiye serê me(di vir da Serzilût di mana ”erê” da serê xwe hejand, lê pê ra jî hinekî mizicî), em mahcir bûne û bi van welatan ve derketine. Maşalê tu li vî welatê xerîb jî wî pîşikê xwe yê berê nedomînî. Te dît do, gundê me bû, em xwe bi xwe bûn…

Li vir Serzilût destê xwe di serê xwe yê zilûtî da û bi şêla alimekî got:

-Rast e, bi hawê berê êdî meriv nagihîje tu derê! Dibê ji îro û pê da meriv tiştê bêtir deng derxe bike. Ne wisa be, ne kes meriv dibihîze, ne jî xebata meriv balê dikşîne. Tiştê meriv dike dibê deng bide, deng! Êdî dinya ne dinya berê ye…

Piştî van gotinan herdu aliyan jî zêde dirêj nekirin, xatir ji hev xwestin û her kes bi riya xwe da çû.

Demeke dirêj derbas bû, çavên tu kesî ne bi Serzilût bû, ne jî xebata wî ya bi deng bihîst.
Fena ku erd biqelişe, ew jî têda wenda bibe, ji ortê beta bû.
Gundiyên wî hinekan digotin:

-Êdî peyê bi rî û rehman e, qey ji ber wî pîşikê xwe fedî dike, lema nayê nav milet.

Hinekan jî digotin:

-Na, kurmê şîrî heta pîrî ye, weleh ew bavê pîşikê xerab e, miheqeq tiştekî dike ji bo ku bêtir deng derxîne.

Hîn milet di nav xwe da paşgotiniyên weha dikir, xebereke li nav mahcirên Gundê Bêxwedî belav bû, gotin Serzilût nexweş e, gelkî bêhal e.
Gundiyên wî yek nekirin dudu, tavilê çûn ser. Lê belê ji çûyina xwe jî poşman bûn. zengilek di destê Serzilût da bû, her kesê ku diket hundur û silav lê dikir, li halê wî dipirsî, wî jî zengilê di destê xwe da li ba dikir, digot “ring, ring” û bi vî hawî silavên wan digirt. Mîvan giş matmayî man, gotin:

-Serzilût, ma ev çi zengil e?

Serzilût bi awirekî gelkî cidî got:

-Ev? Ev, aletê propogandayê ye, yanî aletê çêkirina bîr û raya giştî ye. Bi vî zengilî ezê bala cîhanê bikşînin ser doza me. Ji îro û pê da li vî welatî her kesê bizanibe em kî ne, çi hatiye serê  me û em çi dixwazin. Bi saya vî zengilî dinyayê bibe dostê me. Ji her panzde rojan carê ezê vî zengilî bigirim destê xwe û li kolanên bajêr bigerim, “ring û ring, ring û ring !”
Dengê zengilê min ne tenê li vî welatî, li seranserê dinyayê jî ewê olanê bide, her kes ewê vî dengî meraq bike. Rojname, telewizyon, radyoyên dinyayê hemû ewê werin li ber min bigrin, bixwazin bi min ra bipeyivin, hevpeyvînan çêkin. Ji bo ku em ji vê mahciriyê xelas bibin û bikanibin vegerin welatê xwe û wek her miletî li ser axa xwe azad bijîn dibê ev zingil lazim e, dibê her lêkeve.

Li hember van gotinên Serzilût devê her kesî ji hev çûbû, nizanîbûn çi bibêjin. Gundiyên Serzilût piştî şevbêrkê, bi rê da ji hev ra gotin:

-Xwedê zane Serzilût îcar tam xirifî ye, qey nêta wî heye xwe bike pêkenînê xelkê.

Hinekan jî gotin:

-De qey nexweş e, hişê wî ne li serî bû, ji pesn dipeyivî…

Demek jî bi vî hawî derbas bû. Serzilût bi rastî jî ji her panzde rojan carê zengilê xwe dida destê xwe û diçû ciyên hemşerî û gundiyên wî lê rûdiniştin û dest pê dikir, ”ring û ring”, zengilê xwe lêdixist, heta ku milet ji guhan dikir.

Dûra jî milet du sê rojan qala wê rojê û zengilê Serzilût dikir. Hinek li dij bûn, hinek jê memnûn bûn, digotin camêr karekî baş dike.

Wextek jî bi vî hawî derbas bû û gundiyên Serzilût hêdî hêdî xwe fêrî zengilê wî kirin. Heta ne tenê fêr bûn, êdî bi çarçavan li benda roja zengillêdana Serzilût bûn. Ji milet ra mijûliyek çê bûbû. Însan li ser zengilê wî dipeyivîn, jê hin tişt dibihîstin.

Vê rewşa Serzilût heta rojeke bîranîna ji bo ”zelzela Gundê Bêxwedî” dom kir. Civîneke ji bo salvegara zelzelê bû, gelek kes hatibûn civînê. Li alîkî  axaftin dihatin kirin, li alîkî jî milet ji xwe ra ketibû şêwr û mişêwran.
Ji nişka ve dengekî wek zengil lêkeve ji nav milet bilind bû. Her kesî berê xwe bi alî deng da kir. Serzilût rabûbû ser piyan. Bi awirekî tûj û gelkî cidî berê xwe da milet û got:

-Ev çi bêdengî ye? Tu dibêjî qey axa gorran bi ser we da hatiye reşandin. Ka ez mizgîniyekê bidim we, bira hinekî kêfa we were.

Li bende bû milet jê ra li çepikan xe, lê kesî li çepikan nexist. Piştî van gotinên xwe, çû ser sehnê. Her kesî meraq dikir gelo ewê çi bibêje?
Lê bêyî ku tiştekî bibêje, destê xwe hêdîka bir bin çengê xwe û zurneyek ji bin çengê xwe derxist û dest pê kirrr “zirrr û zirrr, zirrr û zirrr…” zurna xwe lê xist.

Her kes mit û mat mabû. Ji nav milet dengek bilind bû:

-Serzilût, îcar ev çi sosiret e? Berê zengil bû, îcar bû zurne?

Dengekî din.

-Kuro dengê zengil dîsa dihat tehamulkirin, lê dengê bêxwediya zurnê meriv ji guhan dike, dibê meriv pembo têxe guhên xwe. Em ketine bextê te dev ji zurnê berde, dîsa zengilê xwe dom bike. Bavo me zengilê te qebûl…me zengil qebûl…

Serzilût berê xwe bi milet da kir, bi awirê xatibekî ji xwe bawer got:

-Êdî dema ”zengil” derbas bû, bi ”zengil” kes dengê meriv nabihîze. Ji bo ku meriv bikanibe hîn baştir dengê xwe bigihîne bîrûraya giştî û medya dinyayê dibê aletekî meriv yê baş deng derxîne hebe û ew jî zurne ye.
Zengil înstrumentekî gelkî îptîdaî ye, bi înstrumentên weha basît, bi metodên klasîk û bi vê xebata pir basît di vê sedsala 20a da, li vî welatê pêşketî em nikanin bala kesî bikşînin ser doza xwe. Dibê em jî wek her kesî him xwe û him jî alet û edewatên xwe yên xebat û propangandayê nuh bikin. Di vî warî da ”zurne” wek dermanê çavê kul e, çimkî dengê wê pir e û gelkî jî bi tesîr e. Ji îro pê da ez dev ji ”zengil” berdidim, dest bi zurnê yanî dest bi ”dengê welatê me” dikim. Hûnê bibînin bi vê ”zurnê” ezê çi felekê rakim!

Û dîsa ”zurna” xwe kir devê xwe û got, ”zirrr û zirrr, zirrr û zirrr…”

Mîvanan bi qiç û pîlan ve, revî revî bazdan der. Ji ber ku dengê zurnê pir tîz bû û mîkrofon jî nuh bû ,lema jî her kesî bi guhê xwe girt, qîjewîjeke mezin ket nav zarokan, hey hewar, te digot qey haşer maşer rabûye, her kesî dilezand derve. Di derî da yekî ji yekî ra got:

-Law yên xelkê mezin dibin biaqil dibin, yên me ya dixirifin ya jî bi xwe da dirîn…

Zinarê Xamo
2002-07-12

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE