Îro li welatê min cejn e, eydî ye. Vê cejnê jî ez li xerîbîstanê me û li cejnên zaroktiya xwe difikirm, wan tînim bîra xwe.
Dema em zarok bûn îro kêf kêfa me bû. Me kincên xwe yên nuh
li xwe dikirin, solên xwe yên nuh dikirin pê.
Em li malan digeriyan, mezinan eydiya me didan me. Me kîsik û bêrîkên xwe tije şekir dikir.
Em diçûn diketin hêlkanê. Ew pir muhîm û xweş bû.
Gelo ev adet hîn heye ya na, ez nizanim.
Hêvî dikim îro mezin zarokan şa bikin, bêrîkên wan tije şekir
û pere bikin.
Û cejna we pîroz be !
XXX
Xuşk û birayên ezîz, bi tirkî cejna xwe pîroz nekin, bi kudî
cejna xwe pîroz bikin.
Ne zor e, du gotin e, bibêjin:
-Cejna we pîroz be!
-Cêjna we ya Remezanê pîroz be !
Hûn kanin vê pîrozbahiya min kopî bikin.
Ne xweş e, kurd bi zimanê tirkî cêjna hev pîroz bikin.
Cejna we ya Remezanê pîroz be. Bi hêvîya di salên pêş da em cêjnên xwe li welatekî azad pîroz bikin.
XXX
Misilmanan di demek pir kin da Swêd jî kirin wek welatên
xwe.
Taxa me Alby bûye wek Amedê, wek bajarekî Tirkiyê. Ji dengê
mele, Alah û Ekber, silawatan û qîjewîja mele di hundur da em ji guhan bûn.
Mele di hoperlorê da qiyamet rakiriye. Nayê kişandin, meriv kerr dibe.
Rahma Xwedê li Swêd be, êdî di kitêbên tarîxê da emê Swêda
berî îslamîyetê bixwînin…
XXX
Hêvîkirin, bawerî qewetê dide meriv, meriv xurt dike, meriv
teşwîqî xebatê dike.
Ji mer kurdan ra hêvî, baweriya bi serketinê şert e,
bêhîvîtî mirin e.
Doza me mezin e, karê me zor e, lê serketin mimkûn e.
Xelasbûna ji bindestiyê, avakirina welatekî azad ne rehet e, jê ra kar û xebat
lazim e.
Tu milet bi tembeliyê, bi rûniştinê azad nebûye. Yê bixwaze
bigihîje armanca xwe dibê tu carî bêhêvî nebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar