17 april 2024

Abdulah Keskîn: Çûna ser Marsê ji beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê hêsantir e.

Xwediyê Weşanxana Avesta  Abdullah Keskîn û xwediyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevîk qala zahmetiyên beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê kirine.

Abdullah Keskîn gotiye:
”Çûna ser Marsê ji beşdarbûna Fûara Pirtûkan a Hewlêrê hêsantir e.” 

Xwediyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevîk jî gotiye:

”Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin.”

Ne hewce ye meriv tiştekî li vê xebera Rûdawê û li gotinên Abdullah Keskîn û Suleyman Çevîk zêde bike.

Xebera Rûdawê û gazinên Abdullah Keskîn û Suleyman Çevîk bixwînin, hûnê bibînin welatê me, berpirsiyarên me, hukûmeta me çi zor û zahmetiyan, çi keleman derdixin pêş weşanxaneyên kurdan.

Kurdan hetan nuha gazineke wiha ji tirkan nekirine.

Gelo eynî zahmetiyan, eynî serêşiyan ji bo weşanxaneyên tirkan, yên ereban û farisan jî derdixînin ya na?

Hinekan bersîva vê pirsa min bida ezê pir kêfxweş bibûma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE