16 april 2024

Li ser gotinek xweş

Serê mîha
Di telewîzyona Swêd da min belgeseleke li ser jineke gundî, şivan temaşe kir. Navê programê ” Fårbonden i Lofoten” e, yanî gundiya li gundê Lofoten.

Jinekê mihî xwedî dikirin. Di programê da jinikê got, "Lamningstiden är över”. Yanî mîhan gişan za, wexta berxzayinê qediya.

Min gotina jinikê ji xanimê ra got. Xanima got, ji wê demê ra em dibêjin, ”serê mîha ye, serê mîha qediya, serî ketiye mîha." Ji bo bizanan jî eynî tiştê tê gotin. Bizin çendakî piştî mîhan dizên. Zayin di sibatê da destpê dike, hin mihî çend rojan berî sibatê jî dizên.

”Serê mîha” gotineke pir xweş e, min nizanîbû. Min xwest ev gotin were qeydkirin.

XXX

Ez zanim her roj bi nivîsa çend rêzan, meqaleyek, du meqaleyan kurdî karekî pir mezin nakim, bi van nivîsên min Kurdistan azad nabe.

Ev ji min tê, kanim xîçekî, kuçekî bavêjim ji neyar da wiya dikim.

Ji bo ku li dijî kê me, hevalê kê me were zanîn.

Ez bikanibim xilikekî ji dîwarê dijmin bixînim ew jî baş e.

XXX

Xwezî dijminên me hewqasî ne zalim û xedar bûne, xwezî hewqasî ne bêûjdan û ji medenîyetê ne bêpar bûna. Ewê him ji bo wan, him jî ji bo me baştir bûye. Şer jî, aştî jî bi însanên medenî, kamil ra rehettir e.

XXX

Gul bê sitrî, însan bê kêmasî nabe. Ferq, sitrî û kêmasiyên hinekan pir in, yên hinekan hindik in. Lema jî dibê meriv xwe bêqusûr û kêmasî nebîne. Hin camêr û ciwanik hene xwe tim rast û bêqusûr dibînin.

Meriv di siyasetê da jî carnan şaşiyê dike, biryarên şaş digre. Ji ber şaşiyekê dibê meriv hevdu afaroz neke. Bi uslûbeke maqûl, bi dostî fikrê xwe bibêje, hevdu hevdu îqaz bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE