15 april 2024

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn. Her tiştek li gorî xwe qîmeteke xwe heye, tu tiştê bêqîmet tune ye. Lê carnan însan vê yekê dereng fêr dibin.

Qedrê hin kesan di saxiya wan da nayê zanîn, piştî dimrin însan fêm dikin.
Lê pesn û qedrdana piştî mirinê, miriyên gorran şad nake. Dibê meriv ne piştî mirinê, di saxiya însên da qedir û qêmetê bide kesên heq kirine. Dibê însan bi çavên xwe bibînin.

XXX

Belediye li Kilîsî lewheyên bi erebî radike. Bi rakirina lewheyan ereb ji ji ortê beta nabin. Tiştê hat serê Dr. Frankenstein, ewê were serê we jî. We li hemberî kurdan cenawerek çêkir, nuha jî hûn jê gazina dikin.

Qet gazina nekin, we ev xwest. Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.

Lê ev nîna ye, tirnîna hîn maye.

XXX

Kompîtoran gelek kar rehet kirine, textîlo ji tunebûnê çêtir bû, lê ne tu alet bû.

Kompîtor aleteke muhteşem e, lê gelek fonksîyonên ne hewce, fuzûlî têda hene.Min gêj dike. Xwezî basîttir bûya, ji bo min ewê baştir ba.

XXX

-Beybûn, kulîlkeke xweşik e, narîn e, mutewazî ye, ne pozbilind e, di halê xwe da ye. Lê bêsitrî ye, nikane xwe biparêze. A ev e şaşiya wê.

Keriyê bêkûçik, bêşivan qûtê gura ye.

XXX

Carnan dibê meriv bide dû dilê xwe, çi xwest, ew çû ku here wir. Kêfa dil bîne, dil di hesretê da nemirîne.

Bêguman dil ne baqil e, hertim tiştê rast naxwaze. Lê ew jî bi texmînê nabe, ceribandin lazim e.

XXX

Kabîneya Parastinê ya Îsraîlê biryara êrîşê û xweparastinê qebûl kiriye.

Heger Îsraîl li Îranê xîne û Îran jî dîsa bersîvê bide, şer kane pir mezin bibe, bibe Şerê Cîhanê yê Sisiya.

Amerîka, Îngilîstan û Yekîtiya Ewrûpayê li dijî bersîvdana Îsraîl in, piştgiriyê nadin êrîşa Îsraîl.

Lê di nav artêşê û hukûmeta Netanyahû da terefdarên lêdana Îranê pir in.

Şer berfireh bibe rewşa kurdan ewê çawa be, gelo ewê li fêda me be, ya li zirara me be ne diyar e.

Zora Îranê bibin baş e, belkî dinyayê ji Komara Îslamî xelas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE