26 juni 2026

Hezkirina bêsînor bi zirar e

Însan ji hev hez dike, tiştekî normal e. Hezkirin, hestekî kûr, pak, û taybet e. Meriv histekî taybet ji tiştekî ra, ji kesekî ra, ji serokekî ra his dike.

Kesê/kesa meriv jê hez dike di çavên meriv da pir mezin dibe, li ber dilê  meriv pir şîrîn û ezîz dibe. Meriv ji bo wî/wê her fedekariyê dike. Di siyasetê da meriv dide dû, wî diparêze.

Hezkirin di nabênê însên da bingeha peywendiyên mirovî û dilovaniyê ava dike. Meriv bi jiyana bi hev ra, bi dostî û hevaltiya hev dilşa, bextewar dibe.
Lê hezkirin dibê ne bêsînor be, dibê balansek tê da hebe. Hezkirina zêde kane bi zirar be, kane meriv bike murîd, bike şelaf, kane çavên meriv kor, guhên meriv kerr bike.
Ji ber hezkirina zêde meriv kêmasî û şaşiyên kesê meriv jê hez dike nebîne.
Hezkirineke bi vî rengî zirarê dide şexsîyeta meriv, meriv dike murîd û bêîrade.
Di nava me kurdan da gelek kes ji ber vê hezkirina bêsînor kerr û kor bûne, bûne murîdên kesên jê hez dikin.
Hezkirin hestekî xweş e, şîfa ye, sebra dil e, lê wekî her tiştî, zêdebûna wê jî zirarê dide şexsîyeta însên.
Xwarina zêde zikê meriv diêşîne, vexwarina alkola zêde meriv serxweş dike, hezkirina zêde jî meriv dike murîd û zirarê dide şexsîeyta meriv.
Kî dibe bira bibe, dibê meriv ji tu kesî bi rengekî bêsînor, bi dînîtî hez neke, nebe Mecnûnê tu kesî.
Hezkirina herî baş meriv sînorên kesayetiyê biparêze û rêzê li azadiya hevdu bigire, xwe neke murîd û şelafê kesê jê hez dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar