26 juni 2026

Parlamentera DEMê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Qoser û Cizîrê jî bi tirkî peyivî ye

Parlamentera partiya DEMê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Mêrdînê û navçeyên wê, li Qoserê, li Cizîrê jî dîsa bi tirkîya xwe ya stenbolî  peyivîye. Milet bi kurmancî, ew bi tirkî peyivî ye...

Rexne jî tesîrê li vê xanimê nake, di axaftina tirkî da israr dike. Ji ber ku li gundekî Şirnexê bi tirkî peyivî gelek rexne lê hat girtin.
Lê qet ne xema wê ye. Wa ye li Qezayên Mêrdînê jî di cîvanan da bi tirkî peyivîye.

Hûn çanqalan bavêjin ji canê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê da ewê dîsa jî dev ji axaftina tirkî bernede.

Çimkî ruhê netewî pê ra zeîf e, lema guh nade rexneyan. Lema axaftina bi kurdî muhîm nabîne. Lema di civînên bi kurmancan ra bi tirkî dipeyive.

Dibêje ez zaza me, bi kurmancî nizanim. Tu zaza yî, bi kurmancî nizanî di civînên kurmancan da nepeyive, bira yekî kurmancî zane bipeyive. 
Ma tu mecbûr î li Şirnexê, li Mêrdînê, li Qoserê, li qezayên din ên Mêrdînê bipeyive. Tu nepeyive, bira kesên bi kurmancî zanin bipeyivin.
Li ku dera Kurdistanê kîjan lehçeya kurdî lazim be meriv bi wê lehçeyê bi milet ra dipeyive; ne bi tirkî.

Yanî problem ne zazakîya wê ye, ji ber ku asîmîle bûye û ruhê netewî pê ra pir zeîf e, lema di axaftina tirkî da israr dike. Çimkî ne li dijî asîmîlasyonê ye, çimkî tirkî êdî zimanê wê ye.

Çare dibê milet lê guharî neke, ji nava xwe biqewitîne. Lê ev cewher, ev şiûr bi gelê me ra tune ye. Heger hebûya ewê li Qoserê û qezayên din ên Mêrdînê li axaftina wê ya bi tirkî guhdarî nekirane.

Helbet Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bêyî haya partiyê viya nake, partî bi zanetî vê jina evîndara tirkî dişîne nava kurdan ji bo ku bi tirkî xîtabî wan bike.
Di nava partiyê da bi sedan kesên li Qoserê bi kurmancî bipeyivin hene, ne mecbûr in ilim yek jî bi tirkî bipeyive. Li bajarekî wek Qoserê urmancî tenê têrê dike, ne hewceyî tirkî ye. Bi zanetî, qestî kurdan mecbûrî guhdarîkirina tirkî jî dikin.

Jinik bi xwe jî nabêje wele ez napeyivim, li bajarên kurdan tirkî hewce nake, kurmancî têrê dike.

Viya nakin, çimkî dixwazin kurdan bihewisînin tirkî, dixwazin kurdan asîmîle bikin.

Halk Buluşması: Uçar di çarçoveya bernameya "Em Gotina Aştiyê Bi Gel re Saz Dikin" de li Qoserê (Kiziltepe) li Meydana Azadiyê tevlî civîna gel bû.

Kesên wiha tu çi bikî jî dev ji tirkî bernadin, çimkî bi zimanê xwe, bi hestên xwe, bi kultur û ruhê xwe bûne tirk. 

Ji bo wê jî bi rexnekirinê kesên wek Çîgdem Kiliçgun Ûçar dev rast nabin, guh nadin rexneyên kurdan.

Çare dibê meriv li kesên bi tirkî dipeyivin guhdarî neke. Tiştê ez dibînim miletê me hîn nehatiye vê nuxtê, hîn ew ruhê netewî, antî kolonyalîst pê ra xurt nebûye. 

Lema Çîgdem Kiliçgun Ûçar û kesên fena wê dibin parlamenterên miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar