Go ji min keto bi min keto. Ji şansê me yê xerab ra hin
siyasetmedarên me bûne wek rûviyê meriv ji mirîşkên xwe ra mezin kirye, tim zirarê didin me.
Hinekên wan bûne hevalên neyar, pişt li me şikandine, hinekên wan jî ji miletê xwe bêtir dixwazin tirkan xelas bikin, dixwazin demokrasiyê bînin Tirkiyê. Bi gotin û demagojiyên vala, bêmane serî li miletê xwe digerînin, miletê xwe dixapînin.
Siyasetmedarên xelkê ji miletê xwe ra azadiyê, serxwebûnê, dewletê dixwazin, yên
me dibêjin dewlet ji me ra xerab e, gerek em qala dewletê nekin.
Ji dijmin bêtir
ew miletê xwe fêrî qebûlkirina bindestiyê dikin.
Bi xelkê ra bi tirkî dipeyivin, ji dijmin bêtir ew kurdan asîmîle dikin.Tu çiqasî rexne dikî jî dev ji tirkî bernadin.
Bi siyasetmedarê, bi rêberên
wiha 101 sal here jî em nikanin ji bindestiyê xelas bibin.
XXX
Çi bi devkî, çi bi nivîskî minaqaşeya bi merivên bêfahm,
serhişk ra meriv pir diwestîne. Minaqaşeyên bi kesên bêfahm ra ji karê bêtir
zirarê dide meriv, meriv gelkî diwestîne. Bi kesên serhişk ra xwe newestînin,
tu çi bêjî nakeve serê wan.
Meriv ne totikvala û ehmeq be nabe hevlê kesên azadî û
serxwebûna kurdan nexwazin.
Kesên dibêjin gerek kurd serxwebûnê, dewletê nexwazin ya dîn
in ya jî hevalên dijmin in.
Heta dewleteke kurdan jî çênebe kurd ewê tim di bin nigên
tirk, faris û eraban da bipelixin.
XXX
John Ruskîn gotiye:
-Gelek dîn hene, lê belê exlaq yek tenê ye. Merivên bêexlaq
dînê wan hebe ewê çi be, tune be ewê çi be?
Erê were ye, lê dîsa jî tacirên û mişteriyên dînan pir in. Bazara herî geş, baza dînfiroşan e. Bi demagojiya dîn însan tên xapandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar