Di platforma Xê da xanimeka diyarbekrî (bi profîla xewnêngilîdaxê) bi xemgînî qala bûyereke li mixezeyeke kozmetîkê bûye şahid kiriye, gotiye:
”Li Diyarbekrê karkereka li mixazeyeke kozmetîkê dixebitî bi dengekî bilind bang dikir, digot:
-Kesekî bi kurdî zanibe heyeee?"
Jineka ji Kurdistana Rojhilat dixwest tiştê kiriye biguherîne, lê ji ber ku wê
bi tirkî nizanîbû û karkera mexazeyê jî bi kurdî nizanîbû ji hev fêm nedikirin.
Gava meriv tiştê wiha dibihîze giriyê meriv tê. Li bajarê Kurdistanê tu nikanî bi zimanê xwe alvêrê bikî. Trajediyeke mezin e, lê bûye realîteya me.
Li Diyarbekrê eynî tişt çend caran hat serê min jî. Jinên li mixazeyan dixebitin piraniya wan bi kurdî nizanin. Hinek dibêjin em zaza ne, lê bi zazakî jî nizanin.
Bûyerên wiha çend caran hat serê min jî, ez pê ra bi tirkî nepeyivîm, ya yeka kurmancîzan hat û gava kes tuneba jî min mixaze terk dikir.
Li Diyarbekrê, li Wanê keçên li mixazeyan dixebitin bi piranî kurdî nizanin. Ez bawer dikim ne li van bajaran tenê, li bajarên din jî rewş eynî ye.
Heta li Wêranşarê jî carê di mixazeyeke kincan da eynî tişt hat serê min, min tiştek nekirî, ji mixazê derketim.
Asîmîlasyon li Kurdistanê pir pêş da çûye, li bajaran tirkî bûye zimanê bazarê.Meriv xwe wek li bajarekî tirkan hîs dike.
Ev yek bi min pir zor dihat. Lê zor
were, zor neyê rewş ev e, kurdî li tu bajarê Kurdistanê êdê ne zimanê bazarê te, bûye zimanê xerîban û turîstan.
Gava tu bi kurdî dipeyive te wek xerîb dibînin, dibêjin, "tu ji Îraqê yî, ya jî tu ji Sûriyê" yî?
Sûcdarên vê trajediyê kurd bi xwe ne, ew
zarokên xwe asîmîle dikin. Te çi çand tu yê wê jî biçine, wê hilîne. Tu ceh
biçînî tu nikanî genim biçine, tu yê ceh rakî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar