24 juni 2026

Wek siyasetmedarên kurd meriv paşnavên Turk, Turkoglu û Ozturk li ser xwe nahêle

Dixwazim li ser paşnavên irqçî, antî kurd yên dewleta tirk li kurdan kirine fikrê xwe bibêjim.
Bav û kalên me paşnavên xwe bi îrada xwe ya azad hilnebijartine, ev rast e, em bi viya zanin.
Dewleta tirk bi rengekî lêhato, bi qeşmerî, ya jî bi qestî hin paşnavên ne xweş û irqçî dane hin malbatên kurd.

Lê em kanin wan paşnavên ne xweş, irqçî biguherin, kes ne mecbûra bi paşnavê dewletê 90 sal berê lê kiriye heta û heta bijî. Meriv kane biguhere.

Paşnavê parlamenterekî partiya DEMê BERDAN OZTURK e.
Paşnavê parlamentereka jin jî HALÎDE TURKOGLU ye.
Paşnavê alîkarê hevserok jî OZTURK TURKDOGAN e.
Kekê Ahmed Turk jî heye, nuha ne parlamenter e. Belkî hin parlamenterên din jî paşnavên wan ”Turk” bin.
Wek siyasetmedar û welatparêzên kurd, wek kesên li dijî nîjadperestiya tirk û pantirkîzmê meriv çawa kane bi paşnavên ”Turkoglu, Turkdogan û Turk” bijî ez fêm nakim!
Kesên xwedî van paşnavan, çawa kanin bi van paşnavan nerehet nabin bi rastî aqilê min nagire.
Meriv kurd be, welatparêz be, ji bo azadiya miletê xwe bixebite, li dijî irqçtiya tirk be û ji van paşnavan jî nerehet nebe, ne normal e.
Xwediyên van paşnavan dema paşnavên xwe dibêjin gelo qet pê nerehet nabin?
Wek siyasetmedareka kurd meriv paşnavê ”TURKOGLU” li ser xwe nahêle, meriv diguherîne.
Şerm e paşnavê siyasetmedareka kurd ”TURKOGLU” be !
Bi baweriya min sosireteke mezin e siyasetmedarekî, siyasetmedareka kurd ji paşnavê ”Turk, Turkoglu, Turkdogan” yên wek wan nerehet nebe û neguherîne.
Tew yê alîkarê hevserok ne paşnav tenê ye, navê wî ”Ozturk” e, paşnavê wî ”Turkdogan” e. Û camêr bi vî navî û bi vî paşnavî dijî…
Nav û paşnavekî sedîsed, xalis-muxlis irqçî û antî kurd e. Gerek meriv rojekê jî li ser xwe nehêle.
Jixwe paşnavê bi vî rengî giş antî kurd in, giş ji bona rencîdekirina şexsîyeta kurdî li kurdan kirine.
Kesên paşnavên wiha neguherînin maneya xwe ji wan paşnavan hez dikin, ji  wan aciz nabin. Paşnamevekî meriv jê hezneke meriv li ser nasnameya xwe nahêle…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar