24 juni 2026

Dinya çima li hemberî vê wahşeta celadên Îranê bêdeng e?

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di rapora xwe da gotiye, li  Îranê di meha hezîranê da 127 kes hatine îdam kirine û cezayê îdamê dane 19 kesên din.

Di 22 rojan da îdamkrina 127 kesan wahşeteke bêemsal e, tu ferqa wê ji wahşeta Nazîyan tune ye.

Neteweyên Yekbûyî, dezgehên mafên mirovan yên navnetewî, dewletên mezin gerek vê wahşetê bidin sekinandin.

Li welatekî di 22 rojan da çawa 127 kes tên îdamkirin?

Dinya li hemberî vê wahşetê çima bêdeng e?

Tevgerên çep, yên jinan, yên mafên mirovan gerek li hemberî vê wahşeta meleyên Îranê yên vampîr bêdeng nemînin.

XXX

-Pir ecêb e ne wisa?

Em di her derewa kesê em jê hez dikin da li rastiyekê, di her rastiya kesên em jê heznakin da li derewekê digerin.

///Dostoyewskî

-Bi benekî tu kanî întîxar jî bikî, tu kanî pê hêlkanekê jî çêkê. Benê jiyanê di destê te da ye.

///Dostoyewskî

XXX

John Ruskîn gotiye:

-Gelek dîn hene, lê belê exlaq yek tenê ye. Merivên bêexlaq dînê wan hebe ewê çi be, tune be ewê çi be?

XXX

-Jiyan sinetekî balansî ye. Yê sert dişkê, yê nerm xwar dibe, hêza esasî dibê meriv kanibe wek bambûyê di ba û bahozê da xwar bibe, lê belê ji koka xwe naqete.

///Lao Tzu

-Însan tenê ji tiştekî diwestin, bêhal dikevin: ew jî bêbiryarî ye.

///Tolstoy

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar