23 juni 2026

Ez û tirkî em ji hev hez nakin

Ez bi xwe ne tiştekî bi tirkî dinivîsînim, ne jî tercumeyî tirkî dikim.Naxwazim kes nivîsên min tercumeyî tirkî bikin.
Çimkî kêfekê nade min û di warê îdeolojîk da jî li dijî nivîsîna bi tirkî me.
Lê hin kurd him bi xwe bi tirkî dinivîsin, him jî bi çar çavan li bendene kitêbên wan tercumeyî tirkî bibin.

Çima viya dikin ez nizanim.

Belkî jî ji bo ku di tirkî da bêtir pere heye lema bi tirkî dinivîsin û dixwazin eserên wan tercumeyî tirkî bibin.
Ya jî ji tirkî pir hez dikin.

Ez viya ji bo kesên bi kurdî nizanin nabêjim, ji bo kesên kanin bi kurdî binivîsin dibêjim.

Ez ne ji tirkî hez dikim, ne jî li dû pera me. Naxwazim kurd nivîsên min, kitêbên min bi tirkî bixwînin. Bi pêşan pera bidin min jî naxwazim kitêbên min tercumeyî tirkî bibin.

Di salên 1980-90î da min gelek nivîs bi tirkî nivîsîne. Bêtir nivîsên polemîkên bi rijnamevan û nivîskarên tirk ra ne. Çend nivîsên rexneyî lê bi kurdan ra jî hene. Ji wan hinek di arşîva min da ne. Ew jî tarîxeke min e. 

Malperek, ciyek hebûya minê di wir da biweşanda. Ji bo ku ew tarîxa min jî were zanî. Çimkî gelek kes dibêje belkî ez bi tirkî nizanim û min qet bi tirkî nenivîsî ye.

Lê 30 sal e tenê bi kurmancî dinivîsim. Hema ji Netkurdê(2005) bigire heta nuha ez dibêjim min qet bi tirkî nenivîsî ye. 

Bloga min Hindik-Rindik salê tê dikeve 20 saliya xwe, min tê da nivîske bi tirkî nenivîsî ye, hemûnivîsên min bi kurmancî ne.

Tiştê ez dibînim nivîskarên dixwazin bi tirkî nenivîsin, kitêbên wan tercumeyî tirkî nebin pir û pir hindik in. Iilim jî nivîskarên hinekî ”meşûr” dibin, ji kurdî bêtir dixwazin kitêbên wan zû tercumeyî tirkî bibin. Hinek jî ew xwe dikin tirkî.

Şikir ez ji vî hestî dûr im, bi qasî zerre jî daxwazek wiha bi min ra tune ye; berovacî wê kitêbên min bibin tirkî ezê pir nerehet bibim.

Jixwe gava ji mecbûrî ez bi tirkî dipeyivim jî bêhuzûr dibim; kêfekê, zewqekê ji axaftina tirkî nagirim.

Bi tirkî nivîsîn êdî bi min pir zor û ne xweş tê. Belkî min ji bîr jî kiriye. Ez û tirkî bi temamî ji hev qut bûne, di nabêna me da girêdaneke benê xav jî nemaye. Em ji hev hez nakin.

Gava bi tirkî dipeyivim zulma tirkan, qedexeya zimanê min tê bîra min. Lê asîmîlasyonê gelek zarokên me, hezkiriyên me asîmîle kirine, ji mecbûrî bi wan ra tehamulî vê êşê û zulmê dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar