Go heta min xwe nas kir, min malê xwe xelas kir, min malik li xwe wêran kir.
Gelê me hêdî hêdî şiyar dibe, ferq dike bê bi rayên xwe çi şaşî kiriye, kesên şaş, kesên xerab kirine wekîlên xwe.
Milet dest pê kiriye ji siyasetmedarên, ji parlamenterên bi xelkê ne bi kurdî,
bi tirkî dipeyivin gazinan dikin.
Pêşketineke baş e, lê pir dereng e, dar pir qalind bûye, destê lê nayê hev.
Tu çi biçînî tu yê wê hilînî. We bi rayên xwe ew kes hilbijartin,
nuha jî hûnê fêkiyên vê hilbijartina xwe bixun.
Lê kesên bi tirkî dipeyivin tenê ne sûcdar in, kesên wek
berxikan li wan gotinên berradayî, gotinên ne li gorî civata me ye guhdarî
dikin jî sûcdar in. Kese ne mecbûr e li tirkiya wan, li gotinên wan ên
berradayî guhdarî bike, rabin, lê guhdarî nekin. Ji nava xwe biqewitînin.
Li du sê deran li wan neyê guhdarîkirin, werin qewitandin,
ewê xwe biguherin. Yanî gerek milet jî qebûl neke, protesto bike. Heta ev nebe,
ewê dev ji tirkî bernedin.
We kesên xerîbên doza xwe,kultura xwe,nezanên zimanê xwe
kirine nûnerên xwe. Te çi xist beroşê tu yê wê bixwî.
XXX
Di jiyanê da carnan ji meriv ra xerab tê, ji meriv ra çep
digere, meriv dikeve tengasiyê.
Baştir e meriv dilê xwe neke sifre, li ber her kesî
ranexîne.
Gava tu derdê xwe ji her kesî ra bibêjî aqilfiroş pir in,
kesên totikvala jî ewê aqil bide te.
Meriv di rûnê xwe biqile baştir e.
XXX
Tolstoy gotiye:
"Belkî jî dibê meriv her tiştî qebûl bike û bihêle bira
jiyan li gorî xwe biherike. Bi zor kirin hin caran ne çareserî ye. Çimkî her
tiştê bi zor dibe ne xweş e."
Lê helbet îstîsna hene. Ji bo xelasiya ji bindestiyê zor
lazim e. Dagirker bi rehetî naçe mala xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar