Dijminên me ji bo ku navekî, şopeke kurdî û kurdan bîne bîra meriv li welatê me nehêlin pir baqil û sîstematîk dixebitin.
Li Kurdistanê navên tirkî û yên tirkçiyan, navên neyarên kurdan li her derê, li
her taxê, li kuçe û kolanê dikin.
Li bajarê min Wêranşarê navê mehelekê kirine, ”Ataturk Mahallesî/Mehela Ataturk”
û navê kuçeyekê jî kirine, ”Zîya Gokalp Mahallesî/Kuçeya Zîya Gokalp”.
Beledîya Wêranşarê gerek ev nav li taxeke/meheleke û li kuçeyeke Wêranşarê nekira. Tiştê ez zanim belediye navan li taxan, li kuçe û kolanan dike.
Kîjan reîsî, bi çi aqilî navê Zîya Gokalp dane kuçeyeke Wêranşarê ez nizanim. Belkî newêribin li dijî navê ”Ataturk” derkevin.
Çimkî dewlet antî-kurd e, dixwaze navên gund, mehele, kuçe û kolanên Kurdistanê giş bi tirkî bin.
Navên bi kurdî diguherînin. Gerek belediyên me li ber xwe bidin, nehêlin şopên kurdan giş werin paqijkirin.
Beledîyeyên di destên kurdan da gerek navên wiha biguherînin.
Meriv navê pantirkîstekî, navê xayinekî wek Zîya Gokalp nade kuçeyeke Wêranşarê.
Gerek şêniyên wê kuçeyê bizanibin ew navê yekî irqçiyekî tirk û dijminekî miletê
kurd e. Siyasetmedar gerek vê şiûrê bidin miletê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar