Heger meriv bibêje, kesê bosnî kirin xwedî dewlet Alîya Îzzet Begovîç e ne şaş e, rast e. Ji bona bosnî bibin xwedî dewlet mêrik bi îstîkrar hereket kir, di nava bosnîyan da ruhê netewî xurt kir û di dawiyê da jî bosnî bûn xwedî dewlet.
Ji ber wê ye jî Alîya Îzzet Begovîç li ba bosnîyan merivekî, serokekî pir mezin û bi rûmet e.
Alîya Îzzet Begovîç li ser girîngiya dewletê di axaftinek xwe da gotiye:
”Bi îzna Xwedê emê ji bo Bosnayê(Bosna Hersekê) û ji bo gelê xwe micadela xwe bidomînin. Em dewleta xwe dixwazin.Çimkî miletekî bêdewlet dişibe malbateka bêmal. Xwedê mensûbîyeta miletekî bê dewlet heram kiriye. Bi îzna Xwedê, em biryardar in dewleta xwe ava bikin. Em bi biryar in bibin xwedî hêlîneka me ji hemû ba û bahozan biparêze. Ji destê we çi hat we kir, di vê riyê da we micadele da. Bi îzna Xwedê zafer ewê ya me be. Bi rengekî layiqî me emê di dewleta xwe da bijîn. Tu kesê wekî berê êdî ewê nikanibe ji me ra bibêje emê çawa bijîn…”
Alîya Îzzet Begovîç bi vê biryardariya xwe miletê xwe kir xwedî dewleteke netewî.
Mêrik ji gelê xwe ra got, jiyana bêdewletî heram e, dibê em jî wek her miletî bibin xwedî dewlet. Û di dawiyê da bi rastî jî 3 milyon bosnî bûn xwedî dewlet.
Serokê PKKê wek Alîya Îzzet Begovîç ji gelê xwe ra nabêje jiyana
bêdewletî
heram e, nabêje dibê em kurd jî gerek bibin xwedî dewlet, dibêje dewlet ji
kurdan ra heram e, ne baş e, xerab e; gerek kurd dewletê nexwazin.
Bi serokên wiha tu milet, çi bedelên giran bide jî nikane ji bindestiyê xelas
bibe.
Gerek kurd guh nedin gotinên Evdila Ocalan û hevalên wî, fikrên wan, siyaseta
wan red bikin, gerek gotinên Alîya Îzzet Begovîç, gotinên Qazî Mihemed ji xwe
ra bikin armanca; jiyana bêdewletî bindestî ye, koletî ye, heram e
Dewlet ne avahiyeka siyasî tenê ye, ew garantiya, temînata
berdewamiya hebûna miletekî ye. Heger em kurd nebin xwedî dewlet emê hêdî hêdî
bihelin, bibin ereb, faris û tirk.
Ji bo wê jî Alîya Îzzet Begovîç gotiye:
” Gotinekê qet ji bîra xwe dermexînin: Dewlet. Gerek em hemû îdrak bikin dewlet
çiqasî muhîm e. Miletekî bê dewlet dikeve valahiyê, bi ber ba û bahozê dikeve û
dihere.”

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar