Hemşeriyê min Denîz Undav di deqîqeya dawî da gola xwe ya duduya jî avêt. Denîzê Undavê wêranşarî bi vê gola xwe li Almanyayê bû qehremanekî tarîxî. Medyaya Alman jê ra secde dibe, dibêje, sipas Denîz!
Di maçeke Kûpa Cîhanê da avêtina 2 golan ne tiştekî hindik e. Hêjayî teqdîrê ye. Ez hemşeriyê xwe ji dil û can pîroz dikim.Ew xurûr û serbilndiya me ye.Gola ewilî bi serî avêt, goleke muhteşem bû. Lîstikvanên Elfenbenskustenê matmayî man. Gola dawiyê jî pir xweş avêt. Li ber qelê top bi hostayî girt û kir gol.
Hinavê Almanyayê qetiya bû. Çimkî Elfenbenskusten ji wan baştir
dilîzin. Lê netîce hîn ne diyar e. Elfenbenskusten kane bi ser keve.
Ez dibêjim Alman êdî ewê nehêlin. Çimkî Denizê kurd çûwa
hawara wan.
2026-06-20
XXX
Hollandayê do êvarî Swêd perîşan kir, bi serketina
5-1 swêdî feqîran şaşo maşo bûn. Li ber ketim, pê qeherîm.
Piştî gola duduyan xanima min ji qahra di nîvî da rabû, got
ez êdî tehamul nakim li vê lîstika pîs, tirsonek temaşe bikim.
Swêd pir xerab lîst, parastina Swêd pir xerab bû. Lema di
deqa 5a da golek, di ya17a da gola duduyan xwarin.
Hollandî qet newestîyan, bi kêfa dilê xwe lîstin. Îsakê bi
nav û deng bû sebebê Hollanda du golan bavêjin.
Swêdî xwe ji ruh û can, sedîsed xwe nadinê.
XXX
Misilmanek, îslamîstek, afrîqiyek li Swêd çi xerabiyê, çi
nerindiyê, çi bêqanûniyê, çi nelirêtiyê bike jî swêdîyek newêre bi rengekî
azad, bêsanasor wî kesî rexne bike; gava rexne bike, di cî da mohra rasîstiyê û
îslamîfobîyê lêdixin.
Lê xerîb, îslamîst, afrîkî kanin ji swêdiyan ra, ji dewelta
Swêd ra, ji partiyên swêdî ra her tiştî bibêjin, her rexneyê li wan bigirin.
Swêdî li welatê xwe bûne kesên bindest, newêrek, kesên
rasîst, kesên tim neheq in. Herî kêm li dora 4 milyonê Swêd xerîb in, îslamîst
dîsa jî dibêjin swêdî rasîst in.
XXX
Xwendina kitêbên baş, wek meriv bi însanên herî baş yên sedsalên
berê ra sohbetê bike.
Decartes
XXX
-Çav ji yê kêfa wî jê ra tê, aqil ji yê wî fêm dike, lê belê
ruh bêyî yê dişibe wî ji kesekî din hez nake.
Şemsî Tebrîzî
XXX
Heger hûn hîn jî silavê didin kesên hûn xemgîn kirine, ev
sedeqeya ûjdanê we ye.
Hz. Mewlane.
-Dema herî zift tarî, dema herî nêzîk a ronahîyê ye.
XXX
Gotineke pêşiyên japonan a pir manîdar heye, dinêje:
”Ji bo ku tu bikanibî ji xwe ra bibêjî ez sinetkar im gerek
tu berê hostê xwe derbas bikî. Dûra jî gerek tu şagirtekî ji derbas kiribe
bigihînî.
Ji ber ku japon, çînî xwediyê vê felsefeyê ne lema tiştên
hewqasî mezin, sinetên bêhempa xuliqandine.
XXX
3 roj in Fûra Kitêban a Wanê dest pê kiriye. Fûar ewê heta
21ê mehê dom bike. Gelek weşanxane bi hezaran kitêbên xwe çûne ber nigên
waniyên hêja.
Weşanxana min PALL û DARA jî beşdarî Fûarê bûne. Hûna kanin kitêbên min Rojnivîskên Sirgûnekî û Hebû Tunebû jî li Fûarê bi dest xin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar