21 juni 2026

Marê hêrsok û dersa meriv jê bigire


Mar ket merangozxanê, vir da, wê da çû û hat, vira û wira bîn kir, di ser birekê ra herikî, birrekê zikê wî hinekî çixîz kir.

Canê wî êşiya, bi hêrs dev li birrekê kir. Birreka devyûj devê wî xwîn kir, jana wî zêdetir kir.
Mar bêtir hêrs bû, bû wek mozeka azirî; got belkî birrek êrîşî wî dike, bi hemû hêza xwe, xwe li birrekê pêça, heta jê hat xwe lê jidand, xwest birrekê bifetisîne.
Her ku xwe li birrekê jidand, diranên birrekê bêtir di laşê wî da çik bûn...

Bû sibe, dema necar(xerrat)hat ser karê xwe, bala xwe dayê marê hêrsok xwe li birreka tûj pêçaye û mirîye.

Dersa em ji vê çîrokê bigirin, her tiştê meriv diêşîne dibê meriv bi hêrs êrîşî nekê.

Carnan hin însan meriv diêşînin, dilê meriv dihêlin, dibê meriv xwe bi ber bayê wan nexîne, bi hêrs êrîş nekê. Dibê meriv guh nedê, riya xwe bidomîne…

Hêrs dînîtiyeke demkî ye, tê û dihere, lê tim bi zirar e.

-Hêrs, wek meriv bizotek komir bigre destê xwe ji bo ku bavêje ji yekî din da; lê kesê berê û ew bi tenê bişewite her tim hûn in.
///Buddha

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar