Endamê komîta merkezîya YNKê yê berê Mela Bextîyar di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye:
”Me bi
PDKê ra li hev kir em Kerkûkê bikin paytextaKurdistanê, mehekê berîya rûxîna
Sedam me li hev kir, me projeya destûrê amade kir.
Lê me hêza
pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye yek. Kuro me polîs nekiriye yek, me
zimanê kurdî nekirîye yek. De defakto du herêm, du cografyayên herêmî
hene niha.
35 sal in em di nava serîhildanê da ne, lê me hîn jî nikanîbûye yekîtiya zimanê
xwe, yekîtiya axa xwe, yekîtiya hêza xwe pêk bînin.”
Kerkûka dikira bibe paytexta Kurdistanê nuha bûye bajarekî ereban, kurd ji tirsa ereb û tirkmenan newêrin bibêjin kirt. Xaniyên wan, erdên wan ji wan distînin.
Numûneyeke hewqasî malwêran li tu dera dinyayê tuneye, li Afrîkayê miletên herî
prîmîtîv jî tiştekî wiha nake.
Ez bawer nakim li dinyayê ji van serokan xerabtir serok hehbin
Gava meriv
menfaetên şexsî, malbatî partîtiyê di ser menfaetên netewî ra bigire helbet
meriv nikane yekîtiya tu tiştî çêke; meriv nikane ji binedestiya erban xelas
bibe û bibe xwedî dewleteke netewî.
Bi van serokan 101 sal jî here kurd nikanin ji bindestiya eraban xelas bibin.
Çimkî ev yek ne hedefa serokên kurd e.
XXX
Dadgeha dewleta dagirker ya Amedê 19 sal û 6 meh ceza daye seroka beledîya Nisêbînê ya berê Ayşe Gokkanê.
Xwedêgiravî Ayşe Gokhan endama ”rêxistina terorê” yanî endama PKKê bûye.
Ayşe Gokhan 5 sal in dewleta tirkan ew êsîr girtiye, ji bo ku Ayşe Gokhan teslîm nabe, serê xwe ji wan ra natewîne ev ceza mahkima tiroviro ev cezayê giran daye wê.
Di girtîgehên Tirkiyê da zêdetirî 422 hezar girtî hene. Ji van girtiyan li dora 15 hezarên wan kurdên siyasî ne. Dewletê bi hinceta xwedêgiravî endamên PKKê bûne serê salan e ew êsîr girtine bernadin.
Yên cezayên wan diqin jî 2-3 salan bernadin. Zulma dewleta Erdogan-Bahçelî li me kiriye pir mezin e, bêemsal e.
Ji girtiyan gelekên wan zêdeyî 30 salî ye di zindanê da ne, dewleta Erdogan û Bahçelî bernade; dibê baş terbîye nebûne.
Dewleta Erdogan-Bahçelî dixwaze bi vê riyê kurdan serkut û
çavtirsîyayî bike, qudûmşikestî bike.
Hin sîyasetnedar, wek Evdila Ocalan teslîm bibin jî, miletê kurd tu carî teslîm nabe, ewê
berxwedana xwe heta serxwebûnê bidomîne.
Ev zulma ew li miletê me dikin azadî û serxwebûna me nêzîktir dike.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar