Parlamentera partiya DEMê ya Stenbolê û hevseroka partiya
DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar, do ne pêr li gundekî Şirnexê di civîna bi gel ra tirkî
peyivî. Xelk, kal û pîr bi kurmancî dipeyivîn, pirsên xwe bi kurmancî dikirin,
wê jî bi tirkîyeke stenbolî bersîv dida wan. Ji wan ra qala jiyana komunal dikir, digot
gerek ji nuha û pê da hûn jiyaneka komunal bijîn.
Li Şirnexê axaftina bi tirkî û telkînkirina jiyana komunal di medyaya sosyal da
hat rexnekirin.
Parlamentera partiya DEMê ya Diyarbekrê Halîde Turkoglu jî li Mûşê bi tirkî peyivîye.
Hin kes ji van rexneyan pir aciz bûn, gotinên giran ji rexnegiran ra kirin. Gotin, efendim Çigdem Kiliçgun Ûçar zaza ye, bi zazakî bipeyivya kesî ewê fêm nekira, lema bi tirkî peyivîye. Ma çima kurmanc bi zazakî nizanin?
Ev demagojî ye, belovacîkirina meselê ye.
Çigdem Kiliçgun Ûçar zaza ye, bi kurmancî nizane, bira yeka, yekî bi kurmancî zane bişandana wir.
Bira bi kurmancan ra kurmancî, bi zazayan ra jî zazakî were peyivandin.
Lê bi civateke zaza ra jî, bi ya kurmanc ra jî axaftina bi tirkî şaş e, dibê bi zimanê wan were peyivîn. Di nava partiya DEMê da kesên kurmancî zanin jî pir in, yên zazakî zanin jî pir in. Li ku derê milet bi kîjan lehçeyê zane dibê bi wê lehçeyê were peyivîn.
Pirs ev e:
Çima yekî/yeka kurmancî zane neşandine Şirnexê?
Meriv kurdeka bi kurmancî nizane naşîne şirnexê.
Ma di nav partiya DEMê, DBPê da yeka, yekî kurmancî zane tuneye?
Bêguman pir in, lê bi zanetî wiha dikin, çimkî him ji tirkî pir hez dikin, him jî ruhê netewî bi wan ra tune ye. Lema bi kurdan ra axaftina bi tirkî ne gelş e.
Dibê zaza here gundê zazayan. Kurmanc herin gindên zazayên
bi kurmancî nizanin şaş e.
Gerek xanimê bi xwe ev wezîfe qebûl nekira, bigota ez naçim
li Şirnexê bi kurdan ra bi tirkî napeyivim.
Li alî din miletê me jî ne tu milet e, dibê lê guhdarî
nekirana, dibê protesto bikirana. Dibê em miletê xwe fêrî vê serîhildanê bikin,
dibê li siyasetmedarên bi wan ra tirkî dipeyive guhdarî nekin.
Heta miletê me ev milet be, heta serokê me Om be xwelî ewê
tim li ser serê me kom be.
Gerek milet êdî vê heqaretê, vê komedîyê qebûl neke û kesên bi tirkî xîtabî wan
dikin, civînên xwe bi tirkî dikin ji nav xwe biqewitînin.
Ma kes kane li gundekî tirkan, di cîvîneka tirkan da bi kurdî xîtabî wan bike?
Di civînê da însan bi kurdî dipeyivîn, xanim bi tirkiyeke stenbolî bersîv dida wan.
Kal û pîrên me ji tirkiya wê tiştekî fêm nedikirin.
Xanimê li Şirnexê ji kurdan ra qala azadiyê, xelasiya ji bindestiyê nedikir,
dersa jiyana komunal dida wan, digot gerek hûn jiyaneke komunal bijîn.
Dibê kurd êdî vî barê giran, bêfeyde, bi zirar ji pişta xwe deyenin, van kesan
ji nava xwe biqewitînin.
Kesên wek vê xanimê bûne wek endamên terîqeteke pir pirîmîtîv in. Ne ji dûr, nej
i nêzîk tu têkiliya wan bi me, bi kultura me, bi gelşên me yên siyasî, netewî û
civakî tuneye, terîqeteke fenîstên prîmîtîv in.
Min di medyaya sosyal da xwend, dibêjin xanimê li Sêrtê jî bi zazakî peyivîye.
Heger ev rast be pir xerab e. Rexne ne
li dijî zazakî ye, li tirkî ye. Em dibêjin bira zazayan ra bi zazakî, bi kurmancan
ra jî bi kurmancî were axaftin.
Parlamentera partiya DEMê ya Diyarbekrê Halîde Turkoglu jî
li Mûşê bi tirkî peyivîye. Wê demê ev yek siyaseta partiya Demê ye, bi zanetî
bi kurdan ra bi kurdî napeyivin, bi tirkî dipeyivin.
Carê paşnavê xanimê”Turkoglu” ibreteke mezin e, wek siyasetmedar, sosyolg û jineka
kurd jiyana bi paşnavê ”Turkoglu” şermeke mezin e.
Wek siyasetmedareka kurd,
heger meriv ne heyranê vî paşnavî be, bi paşnavê ”Turkoglu” ji nasnameya xwe
davêje. Çimkî ew paşnavekî irqçî, antî-kurd e.
Welhasilî kelam, tu çiqasî li dinê bimînî, tu yê hewqas ecêb û ibretan bibînî.
Bi rastî were ye, ez her roj ibret û ecêbên giran dibînim.
Meriv nizane kîjanê bibêje, kîjanê nebêje. Gava tu dibêjî tu dibî yê xerab,
heta dibî dijmin.
Kesên pir xerab, kesên xerîbên civata me, kultura me bûne
siyasetmedarên me. Dibê miletê kurd ji vê partiyê, ji vê hereketê xelas bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar