Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê Donal Trump, Tom Barrack ji bo ku serokên PDKê û YNKê li hev bîne, meclîsa Kurdistanê vebe û hukûmet ava bibe çû Kurdistana Başûr.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Tom Barrack ra beyanek daye. Min beyana wî di Rûdawê da xwend. Bêhêvîtiya min zêdetir bû. Tiştê min ji beyana wî fêm kir, Tom Barrack jî nikanîbûye serokên PDKê û YNKê li hev bîne.
Îhtîmala, ya jî hêvîya PDK û YNK li hev bikin, meclîs aktîv bibe, hukûmet ava
bibe tune ye.
Hêvî dikim ev texmîna min şaş be, surprîzek, mûcîzyeke me kêfxweş bike biqewime.
YNK û PDK li hev nakin û tu hukûmet, mukûmet jî ava nabe.
Li Kurdistanê du îdare hene. Dibê viya bikin resmî û ji hev biqetin. Yanî Kurdistana
maye bira li hev par bikin. Wekî din rê tune ye. Çimkî kes tawîzê nade yê din,
qebûl nake wezerîkî wî kêm be.
Mesrûr Barzanî li ser hevdîtina xwe ya bi Tom Barrack ra û
avakirna hukûmeta Kurdistanê ev agahî daye:
"Gava yekem a pêkanîna hikûmetê,
aktîvkirina parlamentoyê ye. Heta niha
parlamento nehatiye aktîvkirin û ev yek ne di cihê xwe da ye.
"Me ji roja yekem ve gotiye parlamento
milkê hemû gelê Herêma Kurdistanê ye û ne milkê ti partiyeke siyasî ye.
Mafê ti kesî nîne rê li ber aktîvkirina parlamentoyê bigire.
Heke parlamento were aktîvkirin, wê demê em dikarin li ser pêkanînahikûmetê jî biaxivin."
"Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.
Her du aliyan tekez kir ku divê di demeke nêzîk de dawî li xitimîna siyasî bê anîn."
Ez di van gotinan da daxwazeka lihevkirinê, hêvîyekê nabînim. Dibêje YNK meclîsê aktîv nake, heger meclîsê aktîv bike, wê demê em kanin li ser avakirina hukûmetê bipeyivin.
Yanî tu kêmasî, tu şaşîyeke wî, partiya wî tune ye, sûc giş yê YNKê ye, heger
ew werin ser riya rast problem namîne.
Bêyî mûcîzeyeke pir mezin tu hêvîyeke min ji van siyasetmedaran tune ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar