Ji ruyê maçên Kûpaya Cîhanê ya FÎFAyê dûzana min a xwendin û nivîsînê xera bûye. Ez kêm dixwînim, kêm dinivîsînim.
Nuha li maça Fransa-Senegalê temaşe dikim. Futboleke min hêvî
dikir nalîzin. Heyecanê nade meriv. Tempo, teknîkeke xweş tê da tune ye. Gerek
Fransayê xweştir bilîsta. Heta nuha ew kalîte nîşan nedaye.
Min digot belkî maçeke pir xweş be. Belkî dûra, berbî dawiyê tempoya maçê bilind bibe.
Lîstikvanên Senegalê giş li derva dilîzin, yek jî li Senegalê
namîne. Ecêb e.
Senegal xwe baş diparêze. Du caran şansê wan ê gol ji sedî
99 çêbû, lê îsmaîl nikanîbû bikira gol. Şansê deqa dawî dibê miheqeq gol ba.
Fransayê 45 deqeyê dawî da futboleke tempobilind û xweş lîst, Serketin heqê wan bû.
Mbappê du golên pir xweş avêtin. Iilim jî golê dawiyê muhteşem bû.
Gola Bercola jî pir xweş bû. Mêrik çer ket lîstikê, piştî 4-5 deqa golek avêt, Fransa şiyar bû.
Fransayê di nîveka yekem da lîstikeke sist, bi temkîn û bi tirs lîst.
Di wan deqeyan da Senegal pir bi rîtm bû; şûta Nicolas Jackson ji dîregê vegeriya. Îsmaïla Sarr jî şansekî pir mezin ji dest da. Heger Senegalê di nîveka
yekem da fersendên xwe bikar bianiya belkî encam pir cuda bûya.
Fransayê di 45 deqeyên dawî da
lîstikeke layiqî serketinê nîşan da û bi temamî serdest bû.
Mbappé, Di deqeya 66a da gola pêşî avêt. Di
deqeyên zêdekirî da jî (90+6) bi fîşekeke ji dûr ve gola xwe ya duyemîn avêt.
Barcola, di deqeyên dawî da çer ket lîstikê,
di deqeya 82'an da bi bez û çalimeke xweş gola duyem avêt. Mbappê jî kir 3-1-
Min dixwest Fransa bi ser keve. Çimkî Fransa dostê miletê kurd e, di rojên teng da tim alîkariya me kirine. Lema dixwazim tim qezenc bikin.
Li Yemenê ji %90ê mêran û ji %50ê jinan rojane khat diçû,
wek pez û dewêr kayika xwe dikin.
Li Yêmenê, li Etîyopyayê, li somalîyê, li Kenyayê, Cibûtî, yanî li gelek welatên Afrîka khat kat bûye wek xwarina wan a rojane.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar