17 juni 2026

Hoşyar Sîweylî:Pirsgirêka nabêna PDKê û YNKê dabeşkirina kursiyan e


Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Hoşyar Sîweylî ji Rûdawê ra gotiye, ”pirsgirêka sereke ya di navbera PDKê û YNKê da dabeşkirina postan e, ne bernameya birêvebirinê ye.”

Yanî YNK hin wezîran, hin meqaman dixwaze PDK jî viya qebûl nake. Ya jî eksê wê, tiştê PDK dixwaze YNK qebûl nake.
Di nivîsa xwe ya do da min eynî ev tişt gotibû. Wa ye Hoşyar Sîweylî jî ev texmîna min, ev dîtina min piştrast kiriye. Şer, teşxele li ser parvekirina kursiyan e.

Serokên PDKê û YNKê li ser parvekirina kursiyan 20 meh in li hev nakin, ne meclîsê aktîv dikin, nej î hukûmetê ava dikin.
Amerîka, Fransa, dinya ketiye nabêna wan, yek tawîzê nade yê din, yek qebûl nake wezîrekî wî kêm be. 

Bi bawriya min ev teşxele ji bo serokên herdu partiyan jî şermeke mezin e, ji bo çend ”postan” 20 meh in gerek meclîsa xwe girtî, miletê xwe bê hukûmet nehîştana.
Em ferz bikin YNK neheq e, wezîrekî, du wezîran zêde dixwaze, heger PDK viya qebûl bike ma ewê dinya xera bibe, ma Kurdistanê ji dest here?
Serok û berpirsên PDKê kanin mezinahiyekê bikin, hin tawîzan bidin YNkê û partiyên din û meselê çareser bike. 

Ev yek ji bo wan ewê bibe mezinahî. Ji bona dawî li vê kaosê were dibê meriv bi hawakî li hev bike. Kursîyek kêm, yek zêde gerek ji girtîmana meclîsê, ji avanebûna hukûmetê ne muhîmtir be.

Yek dîn, yek baqil, dibê aliyek baqil hereket bike, tawîzê bide yê dîn, yê neheq. Gerek berjewendiyên milet di ser jimara wezîr û kursiyên me ra be.
Domandina vê kaosê ji bona serokên YNKê jî, ji bona yên PDKê ne xweş e, dinya bi me dikene. Şerm e Amerîka were têkeve nabêna wan, bixwaze wan li hev bîne.
Ev yek qirêdîya herdu partiyan jî li ba dostên wan kêm dike. Serokên herdu partiyan gerek maqûliyekê, centîlmeniyekê bikin, dawî li vê kaosê, li du îdareyê bînin. 
Hêvî dikim di demeke nêz da li hev bikin û koalîsyoneke netewî ava bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar